Êrîşên dewleta Tirk li Swîsereyê hatin şermezarkirin 2023-08-27 12:16:15     NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên dewleta Tirk ên li ser şervanên azadiyê yên Kurdistanê, ku bi piştgiriya PDK'ê têne kirin, li bajarê Lûzern ê Swîsreyê hatin şermezarkirin. Her wiha Necmedîn Feysel ku di êrîşa li ser wesayita Jin TV de şehîd bû, hate bîranîn.   Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Lûzernê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) Kurdistanî li ber Bahnhofplatzê li hev kom bûn û çalakiyek li dar xistin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir. Di çalakiyê de ku li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re dirûşm hatin berzkirin  bi navê TCŞ û TêkoJIN Sarîna Kara bi Elmanî daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de işaret bi qetilkirina sivîlan hate kirin û wiha hat gotin, "Li Rojava jî dewleta Tir li pey provokasyonan e. Bi êrîşan û rêbazên şerê taybet ên li dijî jinan, êrîşî têkoşîna jinan û çapemeniya azad dike. 23'ê Tebaxê dewleta Tirk bi piştgiriya PDK'ê êrîş kir û xebatkarê Jin TV Necmedîn Feysel şehîd bû, nûçegihan Delîla Egîd jî birîndar bû. Em van êrîşan şermezar dikin, êrîşên li dijî çapemeniya azad şermezar dikin."   Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.