Li Şemzînanê mirina bi gûman a 2 zarokan 2023-08-27 09:13:03     COLEMÊRG - Li gundê Besusu ya Şemzînanê, zaroka 17 salî ya  bi navê N.Z. bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da, hat diykarkirin ku beriya 6 mehan jî xwîşka wê S.Z. jiyana xwe ji dest daye.   Li gundê Besusu yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê, hat zanîn ku zaroka 17 salî ya bi navê N.Z. bi awayek bi gûman jiyana xwe ji dest da. Li gor agahiyên ji çavkaniyên heremî hatin girtin hat îdîakirin kı N.Z. întîxar kiriye. Malbat piştî bûyerê ferq dike bang  cendirme û komên tendûristiyê dike Komên tendirustiyê ku hatin cihê bûyerê cenazeyê N.Z. ya ku bi gûman jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.   Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîna hatiye destpêkirin. Her wiha li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin hat diyarkirin ku berî bi 6 mehan jî xuşka N.Z. S.Z. bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest daye.