ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-27 09:00:00       *Şahîde Mûnar a 20 sal in tenûrê çêdike û debara xwe ji vî karî dike, zehmetiyên ku bi salan e dikşîne anî ziman. DÎMEN HEYE   *Di encama polîtîkayên dewletê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçin zêde dibin. Yek ji van polîtîkayan ên li ser zarokên girtîne. Di salên dawî de hejmara zarokên girtî zêde dibin. Me raporên zarokên girtî yên salên dawî zêde bûne kom kirin.   *Rojnamegera Îranî Mîna Saadadî ya wek penabera siyasî çû Hollandayê, der barê berxwedana jinan a li Îranê her diçe bilind dibe de nirxandin kir. Mîna da zanîn ku berxwedana jinan wêrekiyê belav dike û banga ‘bibin yek, amade bin serî netewînin’ kir.   *Dayîka Aştiyê Pêrîşan Akçelîk û kurê wê Cihan Akçelîk ku li Geverê di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest dan, di şerê qedexeya derketina derve de jî 2 zarokên wê jîyana xwe ji dest dane. Dayika perîşanê lî pîşt xwe têkoşîna xwe jî hevalên xwe re hîşt.  DÎMEN HEYE   *Ji sê jinan yek dem bi dem bi enfeksyonên vajinal re tên rû hev. Pispora Welidîn û Nexweşiyên jinan Dr. Başar Onal da zanîn ku enfeksyona neyê dermankirin rê li ber nexweşiyên cidî vedike.