HDP û Partiya Çep a Kesk amadekariya konferansê dikin 2023-08-26 17:02:22   STENBOL – HDP û Partiya Çep a Kesk pêşiya konferansa wê pêk bînin li Stenbolê civînên amadekariyê lidar xistin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk beriya kongreya ku ji navê partiyê heya naveroka tuzukê dê were guherandin, li gelek herêman xebatên xwe didin meşandin. Partiyên amadehiyên konferansê dikin li navçeyên Şîşlî, Bagcilar û Sancaktepeya Stenbolê civîn li dar xistin.   Di civînên navçeyan hatine kirin de herî zêde navê partiyê, şêweya rêxistinbûnê, bi herêmê re têkilî û Tirkiyeyîbûn hate nîqaşkirin. Civîn ji çapemeniyê re girtî hate meşandin.     Li gel alîkarê Hevserokê Giştî Tayyîp Temel, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol û nûnera Meclîsa Ciwanan Dîdem Acabay tev li civîna li Şîşliyê, Hevserokê HDP’a Stenbolê Mûrat Kamaz û parlamenterên berê Mûrat Çepnî û Bûrcû Çelîk tev li civîna Bagcilarê, Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî jî tevli civîna Sancaktepe ên navçeyên Stenbolê bûn. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kirin û rexne pêşniyar û nêrînên gel ên ku piştî hilbijartinê hatibûn girtin hatin nîqaşkirin.