PENa Kurd êrişên li ser ekîba JIN TV'yê şermezar kir 2023-08-26 13:52:04     NAVENDA NÛÇEYAN - PENa Kurd têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser xebatkarên JIN TV'yê de bertek û nerazîbûnên xwe anî ziman û wiha got:"Em dizanin ku dê tu caran bi zext û êrişan serê gelê Kurd ê azadîxwaz netewe, ew dildar û dilsozên gelê Kurd û Kurdistanê çongê danînin. Kedkarên di şopa rastiyê de ne tu caran dev ji karê xwe bernedane û dê bernedin. "   23'yê Tebaxê balafireke bêmirov û biçek a dewleta tirk li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeya JIN TV'yê hedef girt. Di êrişê de karmendê JIN TV'yê Necmeddîn Feysel jiyana xwe ji dest da, nûçegihana kenalê Delîla Egîd jî bi giranî birîndar bû. PENa Kurd têkildarî mijarê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Wek Navenda PENa Kurd, li dijî van êrişana em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku dengê xwe bilind bikin. Divê zext li dewleta Tirk bên kirin ku dev ji van êrîşan berde. Em dîsa vê êrişê bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji bo malbata Jin TV’yê û tevahiya rojnamevanên Kurd dixwazin."   Dewamiya daxuyaniyê wiha ye:   "Em êrîşa li ser Rojava û rojnamegeran şermezar dikin.    Li cîhanê ragihandin xwediyê girîngiyeke taybet e, rol û mîsyona ragihandina heqîqetê, mijareke jêneger e. Ji ber ragihandina rastiyê ya ji bo civakê, di heman demê de jî mijareke exlaqî ye. Ev bandoreke mezin li ser jiyana civakê jî dike. Bi vê hişmendî û şiyariyê karkirina di çapemeniyê de bi xwe jî rêbazeke têkoşîna li dijî pergalên serdest û yekperest e. Lewma jî rojnamegerên xwediyê vê şiyarî  û hişmendiyê her tim ji aliyê dijminên heqîqetê ve dibin armanc. Êrişên mezin li wan tên kirin. Ev zext û zordestî jî herî zêde li dijî jinên ku xwe di hemû qadên jiyanê de birêxistin dikin, pêk tên. Gelek caran êrîşên bi pergal ên pergalê li rojnamegerên ku li herêmên şer nûçeyan dişopînin hatine kirin.    Bi salan e rojnamegerên Kurd, nûnerên çapemeniya azad û bêalî li dijî pergala yekperest li çar aliyên Kurdistanê li ber xwe didin. Ji bo vê yekê jî her tim hatine girtin, binçavkirin, îşkencekirin, ji karê xwe hatine dûrxistin, berdêlên gelekî giran dane. Mixabin mînakeke van êrişan a din di 23'yê tebaxê de li Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk li nêzî xaçerêya gundê Til Şiîrê yê li ser rêya di navbera Qamişlo û Amûdê de, li siwareyeke rojnamevanan da. Di vê êrîşê de nûçegihaneke jin a bi navê Delîla Egît birîndar bû û karmendê JIN TV'yê yê bi navê Necimedîn Feysel Hec Sînan jî jiyana xwe ji dest da. Beriya niha jî li Serêkaniyê û Dêrikê rojnamevan Seed Ehemed, Mihemed Reşo, Welat, Îsam Ebdullah dema li ser karê xwe bûn bi êrişên balafirên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dabûn.    Dewleta Tirk bi êrîşên bi vî rengî ne bi tenê li bakurê Kurdistanê, li çar aliyên Kurdistanê, li pêşberî tevahiya cîhanê hiqûqa navneteweyî binpê dike, ji bo ku destkeftiyên Kurdan neyên nasîn û pêşketin, li ku dera cîhanê be, êrîşî wan destkeftiyan dike, mafên mirovan tune dihesibîne û zagonên navneteweyî binpê dike. Li Rojavayê Kurdistanê, li hemberî Kurdên ku rûmeta mirovahiyê parastine piştgiriyê dide DAIŞ'ê û peyrewên wê. Asîmîlasyona ku li Bakur disepîne bi heman rêbazan hewl dide li Rojava jî bisepîne, bi awayekî giştî polîtîkayên qirkirina Kurdan li her derê didomîne.   Em dizanin ku dê tu caran bi zext û êrişan serê gelê Kurd ê azadîxwaz netewe, ew dildar û dilsozên gelê Kurd û Kurdistanê çongê danînin. Kedkarên di şopa rastiyê de ne tu caran dev ji karê xwe bernedane û dê bernedin.    Wek Navenda PENa Kurd, li dijî van êrişana em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku dengê xwe bilind bikin. Divê zext li dewleta Tirk bên kirin ku dev ji van êrîşan berde. Em dîsa vê êrişê bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji bo malbata Jin TV’yê û tevahiya rojnamevanên Kurd dixwazin.    Komîteya Birêvebir a Giştî ya Navenda PENa Kurd "