'Em ê têkoşîna xwe ya li dijî êrişan bidomînin' 2023-08-26 09:09:24     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê yên bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser xebatkarên JIN TV'yê dan diyar kirin ku dewleta tirk bi êrişan dixwaze dengê rastiyê qut bike lê ew ê bi ser nekeve û gotin:"Em ê bi riya têkoşîna xwe, qirêjiyên siyaseta dewleta tirk bidin eşkerekirin. Em bang li hemî jinên cîhanê dikin ku li ser piya bin heta ku em bi hev re bikaribin vê sîstemê têk bibin û bigihêjin serkeftinê. Careke din em van êrîşan şermezar dikin."   23'yê Tebaxê balafireke bêmirov û biçek a dewleta tirk li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeya JIN TV'yê hedef girt. Di êrişê de karmendê JIN TV'yê Necmeddîn Feysel jiyana xwe ji dest da, nûçegihana kenalê Delîla Egîd jî bi giranî birîndar bû. Endama Koordînasyona Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd Nêrgiz Bekir û Hevseroka Meclîsa Giştî ya Taxa Şêxmeqûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman têkildarî mijarê axivîn.    'Dixwazin metirsiyekê di nav gel de bidin çêkirin'   Li ser vê bûyerê Endama Koordînasyona Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd Nêrgiz Bekir derbarê rewşa herêmê de wiha nirxandina xwe kir:"Ev demek dirêj e ku êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Rojava berdewam dike. Di encamê de piranî welatiyên sivîl dibin qurban. Ev yek jî bi armanca xistina metirsiyekê ya di nava gelan de ye. Bi  di herêmên ku ewlehî tê de heye dixwazin bêhizûriyek û metisiyekê ava bikin. Dixwazin li van herêmên ewle her dem êrîş were kirin û mirov jiyana xwe ji dest bidin.    'Dewleta tirk xebatkarên me dike hedefa xwe'   Nêrgizê da zanîn dewleta tirk xebatkarên çapemeniya azad dike hedefa xwe û got:"Heta roja me ya îro dewleta tirk a dagirker ji kiryarên xwe yên hov ku bi ser sivîlan de dide meşandin gavek paşde nekişandiye û rojane bi balafirên xwe yên keşfê êrîşî sivîl û xebatkarên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de xebatên xwe didin meşandin,  dike. Lê ji bo bi siyasetên cuda ku bi riya wê bikaribin dengê rastiyê qut bikin êriş dikin. Dixwazin pêşî li kesên ku dikarin rastiya siyaseta wan a qirêj li tevahî cîhanê bidin eşkerekirin, bibirin. "   Pêwîst e dewletên navneteweyî bêdeng nemînin   Nêrgizê bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî û wiha axaftina xwe da domandin:" Ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk bi balafirên xwe êrîş dike. Rojane ev êrîşên xwe dide kirin û li ber çavên hemî dinyayê. Lewma banga me ji bo hemî dewletên navneteweyî heye ku bi erka xwe rabin û pêşî li wan êrîşan bigirin û rakirina balafirên keşfê ya bi ser ezmanê Rojava de qedexe bike. Li dijî êrişan em ê xebatên xwe di hemî qadan de bidin dewamkirin û tucarî em nahêlin ku dewleta tirk bigihêje armanca xwe."   Armanca dewleta tirk a êrişan    Derbarê armanca dewleta tirk a van êrîşan de Nêrgiz ev nirxandin kir:"Armanca dewleta tirk a van kiryar û siyaseta dike ew e ku dixwaze xaka Sûriyeyê ji xwe re dagir bike. Di heman demê de projeya Xweseriya Demokratîk a ku di bin sîwana wê de gelek kêmnetew dijîn vala derbixe û dengê rastiyê, dengê ew kesên ku dikarin rastiya siyaseta wan a qirêj derbixin holê, tune bike."   'Dewleta tirk rojnemevanên jin dike hedefa xwe'   Hevseroka Meclîsa Giştî ya Taxa Şêxmeqûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman têkildarî hedefgirtina rojnemevanên jin a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ji ajansa me re axivî:"Dewleta tirk a dagirker rojane êrîşên xwe bi ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dike. Di encamê de, jinên ku îro di Rêveberiya Xweser de pêşengiyê dikin, dike hedefa xwe. Ev yek jî me dî, di 23'yê Tebaxê de endamên Ekîba JIN TV'yê yên ku dikarin dengê rastiyê derbixin û rastiya siyaseta dewleta tirk li ber çavên hemî dinyayê bidin eşkerekirin, kir hedef. Di encamê de xebatkarek gihişt asta şehadetê û nûçeghanek birîndar bû."   'Em dest ji têkoşîna xwe bernadin'   Di dawiya axaftina xwe de Hêvînê soz da ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî êrişên dewleta tirk bernedin û got :"Em ê bi riya têkoşîna xwe, qirêjiyên siyaseta dewleta tirk bidin eşkerekirin. Em bang li hemî jinên cîhanê dikin ku li ser piya bin heta ku em bi hev re bikaribin vê sîstemê têk bibin û bigihêjin serkeftinê. Careke din em van êrîşan şermezar dikin."