ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-26 09:00:00     *Wênesaz Melek Demîr a ku yek ji kurdên Anatolyaya Navîn e, di heman demê de mamostetiya pêşdibistanê kiriye û ev 7 sal in hatiye îxraçkirin. Meleka ku beriya du heftayan li nav Sûrê kargehek vekir, bi çanda xwe xebatên xwe didomîne. DÎMEN HEYE   *Jinên Wanê yên ji ber krîza aborî ya ku kûr dibe mexdûr bûne, diyar kirin ku nikarin debara xwe bikin û anîn ziman ku jiyan gelekî zehmet bûye. Jinan sedema krîzê jî hikûmet nîşan dan.  DÎMEN HEYE   *Yek ji bajarên ku qeyûm pirsgirêkan lê çareser nake Amed e. Yek ji pirsgirêka sereke çopa li bajêr e. Welatiyan bertek nîşanî neçareserkirina pirsgirêka çopê dan û gotin:"Ji ber vir Kurdistan e loma paşguh dikin." DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Licê Leyla Karakeçî bertek nîşanî hedefgirtina xwezaya gel a li navçeya Licê ya ku bi şewata daristanan tê kirin da û da xuyakirin ku zextên piralî li ser navçeyê hene. Leylayê got, “Jin xwe di bin zextê de hîs dikin. Ji ber ku gef li wan tê xwarin." DÎMEN HEYE   *Endama Ofîsa Jinan a Şaredariya Taxa Şêxmeqsûdê Lezgîn Ebdo derbarê projeya avê de da zanîn ew dixwazin bi taybet ji bo jinên li Taxa Şêxmeqsûdê re bibin alîkar û wiha got:"Pirsgirêka avê ji berê de di vê taxê de heye lê bi taybet di demsala havînê de ev pirsgirêk pir dibe. Ji ber di meha havînê de êdî av jî kêm dibe û jinên taxê zêdetir astengiyê li hember kêmbûna avê dikşînin. Ev projeya me jî girîngiya wê ew e ku em bi jinên taxê re bibin alîkar." DÎMEN HEYE   *Jinên li Helebê yên bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser xebatkarên JIN TV'yê dan diyar kirin ku dewleta tirk bi êrişan dixwaze dengê rastiyê qut bike lê ew ê bi ser nekeve û gotin:"Em ê bi riya têkoşîna xwe, qirêjiyên siyaseta dewleta tirk bidin eşkerekirin. Em bang li hemî jinên cîhanê dikin ku li ser piya bin heta ku em bi hev re bikaribin vê sîstemê têk bibin û bigihêjin serkeftinê. Careke din em van êrîşan şermezar dikin." DÎMEN HEYE   *Adalet Safali ya ku wek navê xwe bi salan e ji bo lêgerîna edaletê û avakirina aştiyê li ber xwe dida, di encama siyaseta îktîdara AKP’ê de di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da. Xesûya wê Baran Safali, destnîşan kir ku dewlet berpirsyarê vê yekê ye.  DÎMEN HEYE   *Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Dîlek Oncel û rojnameger Nûrcan Yalçin êrîşa dewleta tirk a li dijî xebatkarên JIN TV’yê şermezar kirin û diyar kirin ku pêwîst e dewlet û saziyên navneteveyî bêdeng nemînin û mudaxale bikin. DÎMEN HEYE