Amed dê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Îstasyonê be! 2023-08-25 16:31:21     AMED - Rêxistinên Bajar ên  Partiya Çep a Kesk û HDP'ê, bi minasebeta nêzbûna 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî dan û bang li her kesî kirin ku bên Qada Îstasyonê.   Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Odeya Endezyarên Madenê (MMO) civîna çapemeniyê li dar xistin û daxuyanî dan. Li civînê pankarta “Ji bo aştiya civakî jiyanek wekhev û azad ava bikin” hat vekirin. Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, Hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyad Ceylan û nûnerên saziyên sivîl tevli daxuyaniyê bûn.    Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Amedê Abbas Şahîn ku daxuyanî da bi bîranîna Dayikên Aştiyê Adalet Safalî û Perîşan Akçelîk ên li Colemêrgê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn dest pê kir.   Abbas bal kişand ser bandora modernîteya kapîtalîst a li ser gel û got ku modernîteya kapîtalîst a li cîhanê ketiye krîzê, bi hewldanên dest danîna li ser mafên gelan û aştiya civakî dixwaze ji vê krîzê derbikeve. Abbas anî ziman ku bi taybetî serdestiya pîşesaziya şer a li hemû cîhanê, tunekirina mirov û xwezayê bi xwe re tîne û wiha got: “Hevkarên herêmî yên pergalên neolîberal stûna herî girîng a vê hilweşandinê ya li dewletên netewe pêk tîne. Ji bo ku cîhanê ji nû ve dîzayn bike û cîh ji polîtîkayên neolîberal re çêbike û wan mayînde bike, hemû cîhan ket nava şer û wêraniyeke xedar. Dema ku kesên ku li welatên xwe bûne penaber, ji bo dîtina hêviyek nû û lêgerîna jiyanek nû, dîmenên trajîk derketin holê. Mirovên ku bi girseyî di keştiyan de jiyana xwe ji dest dan û bedenên zarokan li qeraxên behran dan, hemû cîhan weke tiştekî her car lê dinêre û polîtîkayên şaş hatin veşartin.”   'Mafên mirovan hatin jibîrkirin'    Abbas anî ziman ku van polîtîkayên ku li cîhanê tên meşandin bandor li welat jî kiriye û destnîşan kir ku pêşî qanûn ji holê rabûn, mafên mirovan hatin jibîrkirin, hewldana herî biçûk a aştiyê jî bi tedbîrên tund hat cezakirin û wiha berdevam kir: “Em êşeke ku ev 8 sal in em rastî helwêstên herî xerab ên ku civakê dixeniqîne û tecrîd dike û daxwazên aştiyê ji nedîtî ve tê dibînin. Rojek derbas nabe ku qetlîamek xwezayê û tundiya hiqûqê ya li dijî gelê ku li dijî vê qetlîama xwezayê radiweste, neyê dîtin. Helbet kesên ku tundî li kesên li dijî qetlîema li Cûdî, Gabar, Akbelen û dihat kirin ber xwe didin, dikin û piştgiriya sermayeyê dikin, bêguman wê neyên jibîrkirin.”   'Girtîgeh tijî kirine'   Abbas destnîşan kir ku welat veguheriye girtîgeheke nîv vekirî û wiha got: "Bi taybetî dema ku destûr û qanûnên heyî ji holê hatin rakirin û welat veguherandin girtîgeheke nîv vekirî û girtîgeh tijî kirin, tevî ku raporên nexweşiyê hebûn jî girtiyên ku nikaribûn di girtîgehê de bimînin, di girtîgehê de hatin ragirtin, bi efûyên qismî; tacîz, tecawiz û sûcên narkotîkê hatin efûkirin û ew kes berdan nava civakê. Û civak bi tecrîda herî giran re rû bi rû ma. Em weke rêxistinên sivîl û partiyên siyasî dibêjin mifteya rizgariya ji vî şerî û polîtîkayên faşîst zindîkirina siyaseta demokratîk e û ev jî tenê bi muxalefet û têkoşîna civakî pêkan e.”   Ji bo tevlibûna mîtîngê bang   Abbas axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi taybetî diyar dikin ku ji bo aştiya civakî pêk were divê hemû gel xwedî jiyaneke wekhev û azad bin û divê em bertekên xwe yên di vî warî de bi zelalî bînin ziman. 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li cîhanê tê pîrozkirin, ji bo afirandina cîhanek azad her roj ji bo afirandina cîhaneke azad nehiştina qadên demokratîk di bin dilovaniya rejîmên faşîst ên otokratîk de ye. Ji bo vê em 1’ê Îlona 2023’an hemû gelê Amedê û gelê herêmê ne vedixwînin mitînga xwe ya Qada Îstasyonê.”