Êrişa li dijî xebatkarên JIN TV'yê li Helebê hat şermezarkirin 2023-08-25 12:33:31       NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li Helebê êrişa dewleta tirk  a li dijî xebatkarên JIN TV'yê şermezar kir û diyar kir ku ew ê li hember êrişên dagirkeriyê têkoşînê mezin bikin.   23'yê Tebaxê balafireke bêmirov û biçek a dewleta tirk li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeyeke JIN TV'yê hedef girt. Di êrişê de karmendê JIN TV'yê Necmeddîn Feysel jiyana xwe ji dest da, nûçegihana kenalê Delîla Egîd jî bi giranî birîndar bû.   Ji bo şermezarkirina êrişê bi dehan endamên Kongra Star, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, meclîs û komînan li pêşiya navenda Kongra Star a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê xwepêşandanek li dar xist.   Di xwepêşandanê de endama Koordînasyona Kongra Star Rûşîn Mûsa daxuyaniyek xwend û êriş şermezar kir.   Rûşîn anî ziman ku dewleta tirk ji bo veşartina sûc û binpêkirinên xwe rojnamevanan dike hedef. Rûşîn bang li saziyên mirovî û hiqûqî kir ku li hember van sûcan dengê xwe derxin, berpirsiyariyên xwe pêk bînin û nebin şirîkên dewleta tirk ên kuştina gel.   Rûşîn diyar kir ku dê jinên li Helebê li hember van êrişan têkoşînê bilind bikin.   Çalakî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.