Nûçegihana JIN TV ya birîndar bûbû ji emeliyatê derket 2023-08-24 20:55:51   NAVENDA NÛÇEYAN -Nûçegihana JIN TV Delîla Egîd ku di êrişa duh ya dewleta Tirk de li ser rêya Qamişlo-Amûdê bi giranî birîndar bibû, ji emeliyatê derketiye û niha di bin çavdêriya bijîşkan de ye.   Duh saetên piştî nîvro balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîta JIN TV bombebaran kir. Di êrişê de xebatkarê JIN TV yê bi navê Necmeddîn Feysel Sînan jiyana xwe ji dest da, nûçegîhana JIN TV Delîla Egîd jî birîndar bû.   Nûçegihana JIN TV Delîla Egîd ku bi giranî birîndar bû welatiyên herêmê û tîmên rewşa awarte ew rakiribûn nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo.  Li gorî agahiyên ku di Ajansa ROJNEWS'ê de hatine weşandin karmendên nexweşxaneyê ragihandin ku rojnamevan Delîla Egîd ji emeliyatê derketiye û niha di bin çavderiya bijîşkan de ye.