Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan: Li Îranê zext zêde dibin 2023-08-24 20:11:21   NAVENDA NÛÇEYAN -Bi nêzbûna salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ li Îranê, hikumeta ku li bajaran leşkeran zêde dike, zext jî zêde kiriye.   Serhildana li Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emîn bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî’ dest pê kir, bi nêzbûna salvegera serhildanê re, zextên dewletê jî zêde bûn. Li welat di destpêkê de çalakvan ü kesên muxalîf girtin ü êrîşan dest pê kirin. Bi taybet gefan li malbatên ku zarokên wan di dema serhildanö de jiyana xwe ji dest dane û merasîma li dar dixin dıxun. Herwıha hinek endamên malbatan jî tên girtin hinek endamên malbatan jî tên girtin.   Li dijî zextên dewleta Îranê têkoşîna jinan berdewam dike. Jin li dijî serîgirêdana bi zorê di rawestin. Li aliyê din dewleta Îranê li bajarên Bakûrê welat hat zanîn ku hêjmarek zêde hêzên leşkerî bi cih kirine.   ‘Li dijî zextan helwesta xwse nîşan bidin’   Rêxistina Çavdêriya Mafên mirovan a Ofîsa Beyrudê bi taybet li dijî zextên dewleta Îranê ku di van rojên dawî de zêde bûne daxuyanî weşand. Di daxuyaniyê de zextên Îranê hatin şermezarkirin, bang li civaka navnetewî kirin ku zextên li dijî hemwelatiyan bikin rojev û helwesta xwe nîşan bidin.   ‘Çalakvan bi sucên bê bingeh tên sûcbarkirin’   Li gori nûçya di NûJINHA'yê Lêkolînera têkiliyên rêxistinên Îranê Tara Spêhrî Fer der barê li Gilanê di 16’ê Tebaxê de girtina 16 çalakvanan de wiha gotiye: “Armanca vê pêla girtinê, li dijî binpêkirinên mafan ên ku berdewam dike bêdengkirina xwepêşandana ne. Rayedarên îstixbarata Îranê û dozger di dadgehan de ji derveyî qanûnên navnetewî tevdigerın û çalakvan bi îdayên bê bingeh tên sûcdarkirin.”      Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zext berdewam dikin. Di nava dû hefteyên bûrî de nêzî 30 çalakvan hatin girtin û gelek malbat û çalakvan di mijara beşdariya çalakiyan de gef li wan tên xwarin.