Rojnamevanên jin êrîşa li dijî kedkarên JIN TV'yê şermezar kirin 2023-08-24 15:31:08       NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanên jin ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî kedkarên JIN TV'yê şermezar kirin û soza şopandina riya heqîqetê dan.   Balafireke bêmirov û biçek ya dewleta tirk duh piştî danê nîvro li nêzî xaçrêya gundê Til Şiîr yê li ser rêya Qamişlo-Amûdê, li wesayîteka rojnamevanan da. Di encamê de xebatkar Necmedîn Feysel Hec Sînan jiyana xwe ji dest da û nûçegihan Delîla Egîd birîndar bû. Der barê êrişa balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk ya li dijî wesayîta JIN TV de rojnamevanên jin yên wargeha Mexmûrê daxuyaniyek dan û êriş şermezar kirin. Beriya daxuyanî were dayîn ji bo tevayî giyanê cangoriyan deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama JIN TV rojnamevan Bêrîvan Tunç ve hat dayîn.   Êriş hatin şermezarkirin   Bêrîvan Tunç di destpêka axaftina xwe de êrişa ku li ser kedkarên JIN TV'yê şermezar kir û got: “Wek tê zanîn duh di saetên êvarê de dewleta tirk carek din hevalên me yên rojnamevan kir hedef û êrişek hovane pêk anî. Di serî de em wek endamên jin ên Ragihandina Azad sersaxiyê ji malbata xebatkarên JIN TV'yê re dixwazin û ji hevala me ya birîndar Delîla Egîd re şifaya xêrê dixwazin. Wek tê zanîn ji avabûna şoreşa Rojava heya niha dewleta tirk bi her şêweyî êrişên xwe giran kiriye û di heman demê de li Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî êrişên xwe zêde kiriye. Her roj sivîl, jin, zarok û rojnamevan têne hedef girtin. Dema em temaşe seranserî Kurdistanê dikin her roj rojnamevan bi êrişên hovane yên dewleta Tirk re rû bi rû tên. Em jî wek xebatkarên Ragihandina Azad van êrişan şermezar dikin û dibêjin ku çend êriş li ser qada Ragihandina Azad bêne kirin jî em ê li ser şopa hevrêyên xwe bin.   Soza xwedîderketinê   Rojnemevanên me yên Rojavayê Kurdistanê ji ber ku xwedî li vê şoreşê derbikevin û êrişên hovane yên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser gel, zarok û jinan tên pêkanîn bi belgeyan ji raya giştî re parve bikin di nava kar û xebatan de ne. Duh jî hevala me ya rojnamevan li ser erka xwe bû ji aliyê dewleta tirk ve hat hedef girtin. Dewleta tirk dixwaze bi van êrişan çavê rojnamevanan bitirsîne û ji ber ku ji kamera û pênûsa ragihandinê bi taybet jî ji ragihandina jinê ditirse, ji bo wê êrişên bi vî awayî pêk tîne. Di heman demê de li Bakurê Kurdistanê bi gef û êrişên ku rojane li ser hevalên me yên ragihandinê tên pêkanîn dixwaze ku bibêje ku ez ê bibim dengê gel bi raya giştî re parve bikin li ser wan êrişên hovane tên pêkanîn. Em jî wek xebatkarên Ragihandina Azad a xweser a wargeha Mexmûrê soza şopandina rêya hevrêyên xwe didin. Li beramberî her cure êrîşên li ser qada ragihandinê tê pêkanîn jî em ê ji bo ragihandina heqîqetê û ragihandina qirkirinên li ser gelê Kurd û gelê bindest tên pêkanîn li ku pêwîst bike wê hertiştî bikin û dev ji riya heqîqetê bernedin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.