Daîreya Ragihandinê êrîşa li hemberî rojnamevanan şermezar kir 2023-08-23 21:50:56   NAVENDA NÛÇEYAN -Daîreya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedefgirtina rojnamevanên JIN TV ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û got: “Divê civata navneteweyî, aliyên hiqûqî û yên têkildar destwerdanê bikin û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê bigirin.”   Daîreya Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk li dijî wesayiteke rojnamevanan li ser rêya Amûdê-Qamişlo û di encamê de karmendekî JIN TV jiyuana xwe ji dest da û rojnamevanek birîndar bû.   Di daxuyaniyê de daîreyê wiha nivisî: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Sûriyeyî, komkujiyan  li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Tevahî pîvan û peymanên navneteweyî yên banga parastina sivîlan di aloziyan de dikin, binpê dike.   Li gorî nîşaneya azadiya rojnamegeriya cîhanî ya 2022`yan ku Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas (RSF) belav kiriye, Tirkiye ji nav 180 dewletan di pileya 149`an de ye. Di sala 2023`yan de 6 rojnamevan li herêmên cuday ên Sûriyeyê hatine kuştin. Herî dawî hedefgirtina rojnamevanê kurd ê ji Sûriyeyê Îsam Ebdullah (nûçegihanê Hawar û endama Yekitiya Ragihandinê).   Her wiha îro 23`yê Tebaxa 2023`ya  jî balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker wesayiteke rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber çavên civata navneteweyî, NY'yê, Konseya Ewlehiyê û mafên mirovan kir hedef.    Em bang li civata navneteweyî, aliyên hiqûqî û yên têkildar dikin ku ji rêgirtina li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê destwerdanê bikin û hesabê jê bipirsin.”