Dayîka Aştiyê û kurê xwe bi dirûşman hatin definkirin 2023-08-23 11:38:39     COLEMÊRG - Dayîka Aştiyê Perîşan Akçelîk û kurê xwe Cihan Akçelîk ku dema ji bo îfadeya dozgeriyê ji Geverê vedigeriyan Colemêrgê qezaya trafîkê derbas kirin, jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Perîşan û kurê wê bi dirûşma “Şehît Namirin” hatin definkirin.   Li Colemêrg û navçeyên wê Dayikên Aştiyê jî di nav de 23 kes di 15'ê Tebaxê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk ên di dema serdegirtina malên xwe de ne li mal bûn û nehatibûn binçavkirin. Dayikên ku nehatin binçavkirin, ji bo îfadeyê tevî parêzerên xwe Erdal Safali û Cîhan Ozçelîk ji Geverê çûn Colemêrgê. Lê ji ber ku dozger ne li cihê xwe bû, ji bo vegerin Geverê derketin ser rê. Di vegerê de li ser rêya Gever-Wanê qeza kirin. Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk û kurê Perîhanê Cihan Akçelîk jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Parêzer Erdal Safali yê ku giran birîndar bûbû jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê de tê tedawî kirin. Hat diyarkirin ku Erdal xeteriya jiyanê derbas kiriye.     Dayîka Aştiyê hat definkirin   Di qezayê de Dayîka Aştiyê Adalet Safali ya ku jiyana xwe ji dest da duh êvarê bi girseyî li gundê Memkavayê hat definkirin. Her wiha cenazeyên Perîşan Akçelîk û kurê wê Cihan Akçelîk jî serê sibehê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê bi girseyî hat girtin.  Cenzayê Perîşan û kurê wê bi tevlîbûna Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Colemêrgê Oznur Bartin, Vezîr Parlak, Onûr Duşunmez, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatiyan ve li gundê Şahê bi dirûşma “Şehît Namirin” hatin definkirin.   Li kêleka zarokên xwe hat definkirin   Dayîkên Aştiyê cenazeyê Perîşan Akçelîk û Cihan wergirtin  ser milên xwe û  li kêleka Kajin Akçelîk (Baz Mordem) ê HPG’yî û Evîn Akçelîk (Nuda Gever) a YPS-JIN’ê yên di dema rêveberiya xweser de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin definkirin.   ‘Ev têkoşîn dê nîvco nemîne’   Li vê derê Hevserokê HDP’ê yê Colemêrgê Lokman Ozdemîr axaftinek kurt kir û got: “Serê Gelê Kurd  saxbe. Em ê têkoşîna dayîkên xwe bidomînin. Ev têkoşîn dê nîvco nemîne. Serê me hemûyan sax be.”