Li Reqayê jin li dijî tecrîdê daketin qadan 2023-08-21 15:31:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Reqayê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan û meş li dar xistin.      Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê, bi sedan jinên Reqayê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û nivîsgehên jinan û partiyên siyasî, daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin.   Meş ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan hat destpêkirin. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan û banga azadiya fîzîkî yaAbdullah Ocalan hat kirin.   Meş li Qada Jinê rawestiya. Li vir li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan endama yekitiyê Letîfa Hesen daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê bi rêya Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan xwest ramanên wî yên azad bikin hedef. Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji hewldanên xwe yên têkbirina projeya neteweya demokratîk û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tiştek bi dest nexist.   Yekitiya Jinên Ciwan di dauxyaniyê de got ew ê nesekinin heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk bînin.   Daxuyaniya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê jî ji aliyê rêvebera meclisê Kafiya Kurdî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Hat diyarkirin ku dewleta Tirk ji ramanên Abdullah Ocalan ditirse ku ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re çareserî ye û xizmeta berjewendî û planên wê yên mêtingeriyê nake.   Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Serkeftina jinan tê wateya serketina civakê. Wekî Rêber Abdullah Ocalan dibêje eger mêrek azad bibe ferdek azad dibe, lê eger jin azad bibe civak bi tevahî azad dibe. Divê em xwedî li fikrên Rêbertî derkevin û li ser xeta wî têkoşîna xwe bidomînin.”