ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-21 09:00:00     *Rumeysa Bozkurt der barê kampanya "Li dijî şer taybet têkoşîneke bi heybet" a ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk ve hatiye destpêkirin de axivî û got ku ew ê li taxan li dijî tiryakê bi atolyeyên li şerê taybet, panel, şahî, pîknîk, tûrnûvayan li dar bixin û li taxan li dijî tiryakê nobetê bigirin. DÎMEN HEYE   *Li Amedê avahiyên ku ji ber erdhejê zirareke mezin dîtine tên hilweşandin, lê ji ber ku tedbîr nehatine girtin jiyana welatiyan di bin xeteriyê de ye. DÎMEN HEYE   *Hevseroka berê ya KCDK-E Fatoş Goksûngûr konferansa li Lozanê pêk hat û biryarên hatin girtin nirxand, diyar kir ku têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd, berxwedana Îmraliyê û Şoreşa Rojav Peymana Lozanê bêwate kirine û got, "Ji Niha pêvajoya fermîkirina vê têkoşînê li gel statuya kurdan hatiye destpêkirin."   *Li Bajarê Dîrokî Mêrdînê Fatma Guneş a ku kodikê (kundirê avê) vediguherîne berhemeke hûnerî got, "Ev karekî ku min rahabîlîte dike. Min berê tasarima xişiran dikir. Piştre min dest bi kodikê kir. Ez nexşên xwe li gorî nirxên gerdûnî, çandî û herêmî çêdikim." DÎMEN HEYE   *Parêzer û siyasetmedar der barê tecrîda li girtîgehan, binpêkirina mafan û "efûya dewletê" de axivîn û diyar kirin ku hikûmet bi "hiqûqa dijminane" nêzî girtiyên siyasî dibe û diyar kirin ku divê ne ji bo kesên tiryakfiroş, destavêj û kujer re divê ji bo girtiyên siyasî tevdîr bên girtin. DÎMEN HEYE