Înîsiyatîfa Malbatên Pırsûsê: Dê têkoşîn bidome 2023-08-20 20:31:55   STENBOL-Înîsiyatîfa Malbatanên Pirsûsê careke din destnîşan kir ku di meha 97'an a têkoşîna edaletê ya ji bo Komkujiya Pîrsûsê de heta ku kiryar bên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.   Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê ji bo 33 kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin di meha 97'an a komkujıyê de li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê hatin cem hev. Di daxuyaniya ku pankarta "Bila dilê me ji bo edaletê lêbixe" hat vekirin de dirûşmên "Ji Pirsûsê re edalet, ji bo her kesî edalet" û "Şehîdên Pirsûsê namirin" gelek caran hatin berzkirin. Malbatên Pirsûsê, Dayikên Şemiyê û Parlamentera Partiya Çep  a Kesk) Çîçek Otlu û nûnerên gelek saziyên sivîl û rêxistinên ciwanan piştgirî dan daxuyaniyê. Ji Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê Murat Budak daxuyaniya çapemeniyê xwend.   'Kiryar tên parastin'   Mûrat bi bîr xist ku Komkujiya Pîrsûsê 97 meh berê pêk hat û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de ji bo ronîkirina komkujiyê têkoşiyane. Murat anî ziman ku ew ê dest ji daxwazên xwe yên edaletê yên têkildarî komkujiyê bernedin û destnîşan kir ku kiryar hatine parastinm. Murat diyar kir ku çalakiya wan a di meha Tîrmehê de rastî astengiya polîsan hatiye û got, “Zextan ne tenê li derve, li hundir jî berdewam kir. Rêveberiya girtîgehê der barê girtiyên jin ên li Girtîgeha Hejmar 9 a berê ya Marmarayê de, bi hinceta ku 33 rêwiyên li pey xeyalên xwe bi bîr anîne bı daxwaza cezayê muebetê lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Murat anî ziman ku ew ê daxwazên xwe li herderê bînin ziman û got ku heta kıryar bên cezakirin dê têkoşîna wan bidome.