Amadekariya ji bo hilbijartinên herêmî: Em ê destkeftiyên xwe zêde bikin 2023-08-20 09:06:30     Zelal Tunç    WAN - Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê ya Wanê Oznur Evin têkildarî sala 4'emîn a tayinkirina qeyûman û hilbijartinên herêmî wiha got:"Divê jin li dijî polîtîkayên dijminatiya jinê dikin ên AKP'ê bêtir bên gel hevdu, di nava piştevaniyê de bin û divê di hilbijartinên herêmî de jin bêtir bibin namzet. Em ê destkeftiyên xwe zêde bikin û nehêlin mêr destkeftiyên me ji destên me bigirin."   Di 19'ê Tebaxa 2019'an de bi talîmata Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî sê şaredariyên di destên HDP'ê de yên li Wan, Amed û Mêrdînê hat kirin. Ji ser tayinkirina qeyûman 5 sal derbas bûn. Bi rêya qeyûman pergala hevserokatiyê û destkeftiyên jinan bûn hedef. Niha hilbijartinên herêmî di rojevê de ne û texrîbatên qeyûmên tayînî şaredariyên bajarên Kurdistanê hatin kirin didomin.    Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê ya Wanê Oznur Evin têkildarî sala 4'emîn a tayinkirina qeyûman û hilbijartinên herêmî de nirxandin kir.    'Kesên ji aliyê gel ve hatin hilbijartin di girtîgehan de ne' Oznurê bi lêv kir ku wan paradîgmaya wekheviya zayendê, ekolojîk û demokratîk kirine meriyetê û li ser vê esasê modela hevserokatiyê jî xistine meriyetê û wiha got:"Li ser daxwaza gel pêdiviyek wiha derket. Li Kurdistanê gelek jin tevlî mekanîzmaya biryarê hatin kirin. Lê belê em bi darbeya qeyûman rû bi rû man. Li dijî endamên meclîsan, hevserokan lêpirsîn hatin vekirin, hatin binçavkirin û girtin. Kesên ji aliyê gel ve hatin hilbijartin di girtîgehan de ne."   'Qayim hewl da jinê di malê de hepis bike'   Oznurê da zanîn sedema bingehîn a tayinkirina qeyûman "destkeftiyên jinan e" û wiha pê de çû:"Sedema bingehîn a zextan nûnertiya wekhev a jinê ye. Ev yek ji ber bû kirdeya siyaseta me loma jî zextan dikin. Formula nûnertiya wekhev a li gel me 'hevserokatî ye'. Qayim hewl da jinê di malê de hepis bike. Qayim darbeyek e."   'Şaredarî cara duyem bi ferqiyeke mezin a dengan paşde hat girtin'   Oznurê da zanîn dema qayim hatiye tayinkirin berê xwe dane jinan û wiha lê zêde kir:"Ji bo mudurtiyên jinan mêr tayin kirin. Pergala hevserokatiyê qayim nerehet kir. Tevî hemû êrişan civak li pergala hevserokatiyê xwedî derket. Civakê li dijî van êrişana dîsa şaredarî paşde girt. Şaredarî cara duyem bi ferqiyeke mezin a dengan paşde hat girtin."   'Hevserokatî pêdiviya bingehîn a civakê bû'   Oznurê diyar kir ku pergala hevserokatiyê pêdiviya bingehîn a civakê bû û wiha got:"Lê belê ji ber tayinkirina qayiman em di warê rûniştindina vê pergalê de zehmetiyan dibînin. Bê hincet hevserokan digirin dikin bin çavan. Bi salan di girtîgehan de tên girtin. Hevserokatiya sîstemeke demokratîk esas digire ji aliyê dewleta xwediyê zîhniyeta mêr ve wekî talûkeyekê tê dîtin."   'Jin li her qadên jiyanê ye'   Oznurê da zanîn wan dema bi pergala hevserokatiyê gelek şaredarî bi dest xistine di rêveberiyê de jin tunebûne û piştî jinan rêveberî girtine dest jin li her qadê hatine bicihkirin û wiha dewam kir:"Cara ewil hinek pîşe ji aliyê jinan ve hat ceribandin. Ev di serdema me de hat kirin. Jinan di karên ajokartiya wesayitan de cih girtin. Berpirsiyartiya garaj û otoparkan girtin ser xwe. Jinan qadên îstihdamê ava kirin. Navçe ji nû de hatin dîzaynkirin. Jinan berhemên xwe bi xwe çandin û piştre pere ji vê yekê qezenc kirin. Di bin banê her şaredariyê de 'Mudurtiya Polîtîkayên Jinan' hat avakirin. Jinan bi vê yekê baweriya bi xwe zêde kirin."   'Tayinkirina qayiman tundî zêde kir'   Oznurê da zanîn hebûna jinan a li şaredariyê bû sedema pêşketinê û wiha pê de çû:"Ji bo qayiman ev wekî talûkeyekê hat dîtin. Loma jî sedema tayinkirina qayiman yek jê hedefgirtina destkeftiyên jinan bû. Hedefeke me ya sereke bidawîanîna tundiya li ser jinê bû. Lê belê piştî qayim tayînî şaredariyên li Kurdistanê hat kirin tundiya li ser jinê zêde bû."   'Em ê destkeftiyên xwe zêde bikin'   Oznurê bi lêv kir ku ew çiqas bi tayinkirina qayiman rû bi rû mabin jî ew ê destkeftiyên xwe mezin bikin û wiha got:"Armanca me ew e ku em şaredariyan dîsa bi pergala hevserokatiyê bi rê ve bibin. Divê jin li dijî polîtîkayên dijminatiya jinê dikin ên AKP'ê bêtir bên gel hevdu, di nava piştevaniyê de bin û divê di hilbijartinên herêmî de jin bêtir bibin namzet. Em ê destkeftiyên xwe zêde bikin û nehêlin mêr destkeftiyên me ji destên me bigirin."