Agir bi Çiyayê Cumayê ket 2023-08-19 22:41:54   AMED – Agir bi çiyayê Cumayê yê Licê ket. Hat zanîn agirê nehatiye vemirandin belav dibe.    Ji ber polîtîkayên şer ên taybet ên dewletê agirê bi daristanan dikeve dewam dike. Her wiha ji aliyekî jî darên li daristanên Kurdistanê tên birîn xweza tê talankirin.   Li gor agahiyên welatiyên li derdora Çiyayê Cuma yê Licê dijîn dan agir ji aliyê leşkeran ve bi daristanê hat xistin. Mudaxaleyî agir nayê kirin û welatî fikaran dike ku agir belav bibe.