Dayikên Aştiyê li Mêrdînê li dijî binçavkirinan daxuyanî dan 2023-08-19 16:27:23   MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê li Mêrdînê ji bo binçavkirinên Dayikên Aşitiyê yên Geverê, li ber buroya navçeya  HDP'a Mêrdînê daxuyanî li dar xistin û wiha gotin:”Binçavkirinên Dayikên Aştiyê bêedaletî ye, pêwîst e ku ev bêedaletbûn ji holê de rabe.”   Dayikên Aştiyê li Mêrdînê ji bo binçavkirinên Dayikên Aştiyê yên li Geverê li ber avahiya Navçeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyani li dar xistin.   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Pêrîhan Altûg daxuyanî xwend.   ‘Em dayikên hemû gelên bindest in’   Perîhan Altûg daxuyand ku ew wek Dayikên Aştiyê naxwazin li ser dayikan zext û zilm çêbibe. Pêrîhan destnîşan kir ku girtin û binçavkirinên Dayikên Aşityê bêedaletî ye û divê ev bêedaletbûn ji holê de rabe. Perîhanê wiha axivî: “Îro li ser dayikan zext heye. Em aştiyê û edaletê dixwazin. Bila ev xwîn bisekine. Em ne tenê dayikên kurda e, em dayikên hemû gelên bindest in. Çima îro dayik tên girtin û binçavkirin? Zarokên dayikan tên kuştin û di zindanan de tên girtin. Em edaletê û aştiyê dixwazin. Bijî aştî!”   Daxûyanî bi tilîliyan bi dawî bû.