Ji bo Gultan Kişanak serî li wezaretê hat dayin 2023-08-19 15:57:23     ENQERE - Parêzerên Gultan Kişanak a piştî tevlî merasîma cenazeyê xwişka xwe bû şandin girtîgehê û bi muameleya nebaş rû bi rû ma, ji bo derbarê berpirsiyaran lêpirsîn bê vekirin serî li Wezarata Dadê dan.    Hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ji bo tevlî merasîma cenazeyê xwişka xwe ya di 8'ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da bibe di 9'ê Tebaxê de bi balafirê çû Xarpêtê. Li vir tevlî merasîma cenaze bûbû. 4 saet ji bo Gultanê hat dayin lê belê vê gavê ew ji ser mezelê xwişka wê birin.    Parêzeran derbarê muameleya nebaş de ji bo lêpirsîn li berpirsiyaran bê vekirin daxwazname pêşkêş kir. Di daxwaznameyê de wiha hat gotin:"Gultan Kişanak demildest ji ser mezelê xwişka xwe hatibû girtin. Divê bi balafirgehê biçûya Stenbolê ji wir jî Girtîgeha Kandirayê lê belê tu agahî ji bo wê nehat dayin û ew birin Girtîgeha Xarpêtê. Gultan ji alav û dermanên xwe jî mehrûm hat hiştin û muameleya nebaş lê hat kirin. Ev binpêkirina mafê tendirustiyê ye."   Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku piştî Gultanê anîne Girtîgeha Xarpêtê jî li vir îşkenceya li wê dewam kiriye û hat gotin hevdîtina Gultanê ya bi parêzeran jî hatiye astengkirin. Hat gotin divê li dijî vê muameleya nebaş demildest lêpirsîn bê destpêkirin.