Li Bazîdê êrişa li dijî HDP'ê hat şermezarkirin 2023-08-19 14:02:54     AGIRÎ - Li Bazîdê, êrişa li dijî tabeleya HDP'ê ya li Îdirê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Me ji destpêka dîrokê heya niha li hemberî qetlîam, sirgun, hemû zilm û zordariyan serê xwe netewand û em ê ji îro şûnde jî serî netewînin."   Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Çep a Kesk û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Bazîda Agiriyê bi daxuyaniyeke hevpar êrişa li dijî tebelaya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê hatiye kirin, şermezar kirin. Di daxuyaniya li pêşiya avahiyê navçeya HDP’ê hatiye kirin de pankarta “Me ji bav û kale were serî daneynî û ji were jî serîdaneynin” hate vekirin û dirûşmên “Zext dê me neçewisînin” û “Bimre faşizm” hatin berzkirin.    Di daxuyaniyê de Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê Serhat Ceylan axivî û destnîşan kir ku êrişa hatiye kirin bi plankirî ye û diyar kir ku têkoşîna kurdan a ku bi salan tê meşandin polîtîkayên zext, îşkence û provakasyonan bêencam hiştine. Serhat bal kişand ser bêhiqûqiyên tên meşandin û got: “Êrişkarê ji bêhiqûqiya dewletê cesaretê digire dê me ji têkoşîna me venegerînin. Sedema bêyî veşartina rûyê xwe ya êrişkar jî nîşaneya palpişta wî ya bingehîn e. Em baş dizanin bê ka ew ji kê cesaretê digire.”   Serhat da zanîn ku ew ê bibin şopdarê pêvajoyê û ev tişt anîn ziman: “Desthîlat nîşan dide ku ew ê di hilbijartina herêmî ya 2024’an de provakasyonên xwe bidomîne. Me ji destpêka dîrokê heya niha li hemberî qetlîam, sirgun, hemû zilm û zordariyan serê xwe netewand û em ê ji îro şûnde jî serî netewînin."