Li aqubeta windayan hat pirsîn 2023-08-19 14:00:25     AMED - ÎHD'ê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya 758'emîn de li aqubeta Haci Ahmet Er pirsîn. Haci di 15'ê Tebaxa 1995'an de hat binçavkirin û êdî xeber jê nehat girtin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan di çalakiya "Bila Winda Bên Dîtin Bersûc Bên Darizandin" ya hefteya 758'an de li ber Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya li Navçeya Rezana Amedê hatin gel hevdu. Di çalakiyê de pankarta wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin li ser bû, hat vekirin. Endamê Lijneya Rêveberiyê ya ÎHD'a Amedê Ali Îhsan Demirtaş, çîroka Haci Ahmet Er parve kir. Haci di 15'ê Tebaxa 1995'an de hat binçavkirin û êdî xeber jê nehat girtin.    Alî Îhsan da zanîn Haci Ahmet Er di 15'ê Tebaxa 1995'an de di pevçûna di navbera leşker û PKK'ê de derketiye hatiye binçavkirin. Haci Ahmet Er wê demê li Gundê Çelê yê Colemêrgê dima. Wê demê leşker gefan li gundiyan dixwe. Piştre leşker bi ser gund de digirin. Kurê Haci Ahmet, Adnan ji bo alavên xwe hilgirte diçe gundê cîran. Dema Adnan diçe di navbera du gundan de dengê çekan tê. Wê demê du birayan dikin bin çavan û dibin Qereqola Gundê Işikliyê.    Serlêdan bêencam man   Alî Îhsan da zanîn piştî bûyerê Haci Mîrap bi îşkenceyên mezin rû bi rû mane. Bi şertê wê Haci Mîhrap ji gund biçe hat berdan. Alî piştre wiha got:"Malbata Er, difikire wê Haci Ahmet serbest bê berdan. Lê belê êdî jê xeberekê nagirin. Malbata Er gelekî li berxwe dide lê belê hewldana wan a lêgerînê bêencam dimîne. Ev 28 sal in lê belê hîn aqubeta wî ne diyar e."   Piştre ji bo Haci Ahmet Er û hemû windayan deqeyekê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.