‘Xwedî li Doza Vartînîsê derkevin’ 2023-08-19 09:07:47     Rojda Aydin   MÛŞ - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Sumeyye Boz, destnîşan kir ku îktîdar dixwaze Doza Vartînîsê bi demboriyê re rû bi rû bihêle û sûcê ku hatî kirin biparêze û got: “Piştî Vartînîsê gelek komkujiyên dinê jî hatine jiyîn û got encama vê dozê gelek girîng e. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li vê dozê derkevin.”   Di 3’yê Cotmeha sala 1993’yan de avahiya malbata Ogut a li bajarokê Vartînîs ê navçeya Têlî ya Mûşê hate şewitandin. Ji heman malbatê Nasir Ogut, Eşref Ogut, Sevîm Ogut, Sevda Ogut, Mehmet Şakîr, Mehmet Şîrîn, Aycan, Cîhan û Cînal Ogut hatibûn qetilkirin.    Piştî ku Dadgeha Bilind dosya betal kir, doza wê dîsa hat dîtin. Niha jî dosya bi xetereya demborînê re rû bi rû ye. Di dozê de tenê Bulent Karaoglû weke bersûc tê darizandin. Li gel ku ji bo Karaoglû lêgerîna bi bultena sor hatiye derxistin jî heta niha nehatiye girtin. Tevî xetereya demborînê jî danişîna dozê taloqî 6’ê îlonê hate kirin.    Parlamentera Partiya Çep a Kesk, Sumeyye Boz, têkildarî mijarê de axivî.   Destpêka bê hiqûqiyê    Sumeyye, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qetlîamê û dozê û got: “Di salên 90’î de herî zêde bûyerên windakirin û şewitandina gundan hat jiyîn. Di sala 1993’yan de jî li Vartînîsê ev bûyer hat jiyîn. Niha jî tê xwestin ku doza ku hatî vekirin bi hinceta demboriyê bigirin. Divê em vê pêvajoyê carekedin baş bixwînin. Gelo bi zatenbûn bi demboriyê re rû bi rû tê hîştin? An jî gelo di vê pêvajoyê de ji ber şert û mercên pêwîst ên hiqûqî pêk anîn de ev pêvajo hat jiyîn?”Ev bûyer li qada gund li ber çavên hemû gundiyan hat jiyîn û bûn şahid. Welatiyên ku xwestin şewatê vemirînin bi astengiyan re rû bi rû mabûn. Piştî bûyerê doza ku hat destpêkirin ji welatiyên wê qadê ku bûn şahid îfade nayê girtin. Bêhiqûqiya ku ji vir dest pê kir xwe baş dide nîşandan. Di pêvajoya navbera 2004 û 2012’an de di dosyeyê de tu pêşketinek nehate jiyîn. Dosye 8 salan bi vê awayî tê derengxistin. Em di vir de dibînin ku dixwazin dosyeyê bi demboriyê re rû bi rû bihêlin. Ji xwe parêzerên dosyeyê jî ser vê yekê daxuyanî dan. Der barê kiryar de bi sûcê ‘Bi zanebûn kuştin û teşwîqkirin’ dosye tê vekirin û piştre ev biryar tê xirapkirin. Dosyeyê piştre vegûherandin ‘îhmalê.’ Ligel şahidekî jî di dosyeyê de tu gavekî pêşve nehatiye avêtin. Ev yek jî nîşan dide ku armanca wan ew e ku dosyeyê bi demboriyê re rû bi rû bihêlin.”   ‘Dixwazin ser dosyayê bigirin’    Sumeyye, diyar kir ku di mûtalayê de bi îfadeyên şahidên ku cih nagirin ve dixwazin armanca xwe pêk bînin û da zanîn ku di vê dosyeyê de jî dixwazin polîtîkayên bêcezabûnê pêk bînin. Sumeyye, wiha pê de çû: “Di destpêka dozê de parêzeran xwestin ku derbarê kiryar de bultena sor bê derxistin, lê dadgehê vê yekê qebûl kiribû. Piştre biryara lêgerîna butlana sor hat erêkirin. Ligel biryara lêgerînê heye jî kiryar heta niha hîn nehatiye girtin. Bulent Karaoglû û fermandarên bi wî re kiryarên vê bûyerê ne û ligel şahidên vê bûyerê hene jî ev dosye li gor hiqûqê nehat lêkolînkirin. Ji demboriyê re kêm roj mane, lê ligel vê yekê jî dixwazin ser dosyeyê bigirin. Ev pêkanînê wan jî polîtîkayên bêcezabûnê dide li ber çavan.”   ‘Bersûc nayên cezakirin’   Sumeyye, daxuyand ku ev bûyera ku di pêvajoya êrişên li dijî kurd hatin kirin de hat jiyîn,  jî hîn bandorê wê dibînin û dijîn û got: “Biryara vê dosyeyê dibe ku ji dosyeyên niha re wek hincet bê nîşandan.  Dê biryara vê dosyeyê pêşiya polîtîkayên bêcezabûnê veke. Belê li wir binpêkirina mafan tên jiyîn, lê di aliyê derûniyê de jî bandorek mezin hat jiyîn. Bi şahidên welatiyên wê demê re dema hevdîtin tên kirin, dibêjin ew nikarin wê demê ji bîr bikin. Mirov çawa dikare vê hovîtiyê ji bîr bike. Lê bi bêcezabûnê dixwazin vê hovîtiyê bidin jibîrkirin. Bersûcan ceza nakin û ew niha sûcê mirovahî û civakî dikin. Hiqûqê jî ji bo vê yekê bikartînin.”     ‘Ronînekirina Vartînîsê rê li ber komkujiyên din vekir’    Sumeyye, da zanîn ku piştî Komkujiya Vartînîs gelek komkujiyên din jî hatin jiyîn û wiha got: “Wê demê di bin Çemê Miradê de înfazên hatin kirin, serdegirtina gundan de welatiyên hatin qetilkirin û gelek bûyerên din hebûn. Ev hemû dosye bi demboriyê re rû bi rû man. Lê heman aqûbet dixwazin ji bo vê dosyeyê jî bikin. Her wiha tê zanîn ku di 2’yê Tirmeha 93’yan de Komkujiya Madimak jî hatibû jiyîn. Dîsa ew jî hatibûn şewitandin. Kesên ronakbîr li wir hatin qetilkirin û ev dosye jî bi demboriyê re rû bi rû ne. Ger ku ji bo pêvajoya hiqûqê gav bihata avêtin û polîtîkayên bêcezabûnê nekirana meriyetê dê rêya Vartînîs jî nehata vekirin. Ev dem dibe ku ne dema sala 93’yan e, lê di vê pêvajoyê de jî li vê erdnîgariyê de polîtîkayên şerê taybet ên qirêj tên meşandin. Dîrok vê yekê nîşanê me dide. Bûyerên Madimak, Vartînîs û berdewamkirina polîtîkayên bêcezabûnê bingeha bûyerên nû avadike. Bersûc jî ji vê yekê hêzê girtin. Bi vê baweriyê sûcên nefretê û civakî pêk tînin. Belê ev komkujî li Madimak û Vartînîs hat jiyîn, lê piştre komkujiyên Roboskî, Pîrsûs, Gara Enqerê hatin jiyîn. Pêşiya van bûyeran nehat girtin û aramiya civakê esas nehat girtin. Ev pêkanîn pêşiya bûyeran vekir.”   ‘Divê herkes xwedî li vê doza Vartînîsê derkeve’    Sumeyye, destnîşan kir ku Baroya Mûşê şopdarê vê yekê ye û got ligel hemû hewldanan hiqûq hat piştgûhkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dixwazin sûcê mirovahiyê carekedin bêceza bihêlin û di pelên tarî yên dîrokê de bê veşartin. Lê mixabin ne cara yekem e ku em van bûyeran dijîn. Me dît ku ev pêkanîn bûn sedema gelek tiştan. Lê belê ji vê şûnde divê em vê bîrê zindî bigirin. Divê polîtîkayên bi vê rengî yên li dijî Gelê Kurd bên teşhîrkirin. Em destûrê nedin ku neyê jibîrkirin. Em bang hemû kesî dikin ku xwedî li vê dozê derkevin. Divê beriya demboriyê ev dosye bi encam be û kiryar bên cezakirin. Divê Bulent Karaoglû bê girtin û cezayê pêwîst bigire.”