ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-19 09:00:00     * Parlamentera Partiya Çep a Kesk Sumeyye Boz, destnîşan kir ku îktîdar dixwaze Doza Vartînîsê bi demboriyê re rû bi rû bihêle û sûcê ku hatî kirin biparêze û got: “Piştî Vartînîsê gelek komkujiyên dinê jî hatine jiyîn û got encama vê dozê gelek girîng e. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li vê dozê derkevin.” BI DÎMEN    *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di bin tecrîda giran de ye û 29 meh in tu agahî jê nayê girtin. Jinên Farqînê yên der barê tecrîdê de axivîn, diyar kirin ku tecrîd li her aliyî belav bûye û li dijî tecrîdê banga yekîtiyê kirin. DÎMEN HEYE   *Civaknas Mudura Polîtîkayên Jinan Neslîhan Şedal têkildarî tayinkirina qeyûman û hedefgirtina qeyûman a destkeftiyên jinan da zanîn bi hatine qeyûman tundiya li ser jinan zêde bû û got:"Tevî tayinkirina qeyûman jî têkoşîna li dijî tundiyê didomînin." DÎMEN HEYE   *Qedexeyên ku bi hinceta operasyonan li Colemêrg û navçeyên wê tên ragihandin roj bi roj jiyana gel bêhtir zahmet dikin, Hevseroka ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir ku bi pêkanîna polîtîkayên tecrîdê li ser sînor dixwzin bi temamî gel bê çare bihêlin û mecbûrî koçberiyê bikin.    DÎMEN HEYE