Li Şirnexê şahiya gel: Gavên azadiyê ji Îmraliyê dest pê dike 2023-08-18 20:55:38   ŞIRNEX -  Di şahiya gel a li Şirnexê peyama  "Gavên demokratîkbûn û azadiyê ji Îmraliyê dest pê dike" hat dayîn.   Bi pêşengiya Partiya Çep a Kesk li Şirnexê li salona dawetê şahiyeke gel hat lidarxistin. Parlamenterên Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez û rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajar û navçeyan beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.   Mehmet Zekî di şahiyê de axivî û diyar kir ku Gelê Kurd rastî polîtîkayên tinekirinê hatiye û wiha got: "Weke pêvajoya demokratîkbûn û azadiyê, bi demokratîkbûn û azadiyê re jî çareser dibe. Ev jî tenê bi bidawîkirina tecrîda ku dest pê kiriye pêkan e. Gavên demokratîkbûn û azadiyê ji Îmraliyê dest pê dike. Çiqas êriş bikin jî em ê li hemberî êrişan her tim li ber xwe bidin."   Şahî piştî guhdarkirina muzîkê bi dawî bû.