Li Elbakê destdirêjî li jineke ciwan hat kirin 2023-08-18 18:19:05   WAN – Li navçeya Elbakê cerdevan B.A destdirêjî li jineke ciwan kir.    Li gundekî navçeya Elbakê ya Wanê, derket holê ku jineke ciwan bi destdirêjiyê re rû bi rû maye. Li gor çavkaniyên herêmî yên Wanê B.A. yê ku li gund cerdevaniyê dike desdirêjî li jineke ciwan kiriye. Hat diyarkirin ku piştî îxbarê kiryar B.A. hat binçavkirin û ji bo îfadeyê birine Qereqola Cendirmeyan a Kopruagziyê.   Hat zanîn ku îfadeya kiryar berdewam dike û malbata B.A, malbata jina ciwan tehdît dike.