Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat şermezarkirin 2023-08-18 16:41:11       ÎDIR - Êrişa li dijî tabelaya HDP’ê ya Îdirê bi meşekê hat protestokirin.   Tabelaya avahiya navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê duh di encama êrişa kesekî de hat hilkirin û avêtin çopê. Aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA), HDP, Partiya Çep a Kesk û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên rêxistinên navendê ya Îdirê ji bo şermezarkirina êrişê meşiyan. Li Ceda Cumhuriyetê meş pêk hat. Her wiha Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Îdirê Yilmaz Hûn û gelek welatî jî tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milên hevdû” hat berzkirin û pankarta “Me bav û kalê were serî daneynî û ma em ê ji we re serî daynîn" hat vekirin.    Girseya ku bi meşê heta avahiya HDP’ê hat, li vê derê daxuyanî da. Hevserokê DBP’ê Mehmet Sekman daxuyaniyê xwend û got ev êriş bi plankirî hatiye kirin û wiha domand: “Êrişên bi vê rengî yên faşîzane û provakasyonê nikare têkoşîna me bide sekinandin. Wek tevgera kurd bi salane têkoşîna ku em dimeşînin de, dê ev îşkence û provakasyonan bê encam bimîne.”   ‘Em ê tu carî serî netewînin’    Mehmet, destnîşan kir ku hiqûq hatiye binpêkirin û wiha pê de çû: “Ev îktîdar ji vê deqê şûnde tu tiştekî ku bide Tirkiyeyê nemaye. Di encama polîtîkayên îktîdarê de xeynî hêrs û nefretê tu tiştek din nedaye. Ev êriş provakasyona hilbijartinên herêmî ye. Gelê Kurd li hember êriş û komkujiyan tu carî serî netewand û netewînin."   Piştî daxuyaniyê tabeleya HDP’ê carek din hat daliqandin.