Konferansa Tecrubeyên Tevgerên Jinan dest pê kir 2023-08-18 12:32:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Tecrubeyên Tevgerên Jinan bi dirûşma "Li ser şopa jin, jiyan, azadî" li paytexta Lubnanê Beyrûtê dest pê kir.   Konferans ji aliyê Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a civakî û Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve tê organîzekirin. Di konferansê de zêdetirî 80 delegeyên jin ên ji 11 welatên Ereban û Afrîkayê, Tirkiye, Îran, her wiha şandeyek ji Şengalê û şandeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûne.   Axaftina destpêkê dê aktîvîsta mafên jinan û mafên mirovan Dr. Ayîde Nasir bike. Her wiha li ser navê komîteya amadekar a kongeryê dê Henan Osman biaxive.   Li gorî bernameya konferansê dê "Bandorên destwerdana pergala global a hegemon li ser jinên herêmê", "Tecrubeyên jinên kurd di pêxirtengiyên li herêmê de" û "Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan der barê rêwîtiya azadiya jinan de" werin nîqaşkirin.