Dayika çû kurê xwe yê girtî bibîne jiyana xwe ji dest da 2023-08-18 11:55:38     MÊRDÎN - Gariba Aslan a çû Girtîgeha Ewlehiya Bilind a duyemîn a Xarpêtê kurê xwe bibîne bi qezaya derbas kir jiyana xwe ji dest da. Hevjînê wê Kemal Yaman jî li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.    Gariba Aslan, hevjînê wê Kemal Yaman û Metîn Yaman do çûn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a duyemîn a Xarpêtê, girtiyê siyasî Seyithan Yaman bibînin. Piştî hevdîtina vekirî ji bo vegerin Qosera Mêrdînê derketin ser rê lê belê li ser rêya Sultan Şêxmûs qeza kirin.    Piştî qezayê Garibayê jiyana xwe ji dest da. Hevjînê Garibayê, Kemal Yaman jî li nexweşxaneyê tê tedawîkirin. Metin jî piştî tedawiyê tabûrcû bû.