Li Îranê derûnînas Bahaî hat girtin 2023-08-18 11:48:27       NAVENDA NÛÇEYAN - Derûnînas û nivîskara ji baweriya Behayî Newsha Badîe Sabet, li Îranê hat girtin.   Li Îranê li hemberî baweriyên cuda zext berdevam dikin. Herî dawî li paytexta Babol ê parêzgeha Mazenderana Îranê sîxurê daîreya îstîxbaratê bi ser mala Suzan Eid Mohammadzadegan de girtin.   Di sergirtina di roja 15’ê Tebaxê de derûnînas û nîvîskara ji baweriya Bahaî Newsha Badie û Sabet Suzan Eid Mohammadzadegan hatin binçavkirin. Newsha Badie piştî kar û barên binçavkirinê hat girtin, der barê sedema girtina wê û cihê wê de tu agahî nehatin girtin. Li gorî agahiyên ji herêmê Suzan Eid Mohammadzadegan jî hatiye girtin lê ev agahî piştrast nebûye.   60 kes hat girtin   Civaka navneteweyî ya Bahaî di daxuyaniya ku 16’ê Tebaxê de dabû de destnîşan kir ku di hefteyên dawî de ji baweriya Behaî nêzî 60 kes hatine girtin û zextên dewleta Îranê yên li dijî welatiyên Behayî şermezar kir. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 59 dikanên girêdayî esnafên baweriya Bahaî hatine mohrkirin.   Li Îranê di fermiyetê de derveyî ola Şiî di makzagonan de Xiristiyanî, Yahudîtî û Zerdeştî wek kêmar tên dîtin. Lê ruxmê ku li Îranê nêzî 300 hezar, li tevahî cîhanê jî 7 milyon mirovên xwedî baweriya Bahaî hene, bawerî di makzagonê de nayê naskirin.