‘Ji bo Ocalan 2 milyon, 646 hezar û 2 sed û 11 îmze hatin komkirin’ 2023-08-18 09:04:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya  ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Xanim Eyo têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, kampanyayên li dar xistin û hevdîtina bi CTP’ê yê re nirxandin kir. Xanimê wiha got:” Dewleta tirk di mijara tecrîd û binpêkirina mafan de herkes ji xwe re kiriye hevkar. Li dijî vê yekê em hêvî dikin em ê hevdîtinê xwe berfirehtir bikin. Em çiqasî bixebitin em ê ewqas bigihêjin encamekê. Em hêvî dikin ev tecrîd rabe û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan jî pêk were.”   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê girtin, ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve tu agahî jê nayê girtin. Li dijî vê yekê bertek û nerazîbûn dewam dikin. Kar û xebatên ji bo azadiya Abdullah Ocalan jî didomin. Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya  ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, bi hevkariya hinek saziyên din re di meha ewil a 2023’yan de dest bi kampanyaya îmzeyê kir. Di meha sisiyan a sala 2023’yan jî civînek çapemeniyê çêbû û ev yek hat ragihandin. Di du mehan de du milyon,  646 hezar û du sed û 11 îmze hatin komkirin. Tekildarî mijarê Hevseroka Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya  ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Xanim Eyo nirxandin kir.   ‘Ev ne li gorî zagonên navxweyî û navneteweyî ne’   Xanimê bal kişand ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got:”Wek hûn dizanin ev nêzî du sal û nîv in tu agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Bi hinceta cezayên dîsîplînê hevdîtin tên qedexekirin. Ev tişt ne li gor zagonên navxweyî yên Tirkiyeyê jî ye. Dixwazin bi vê re têkiliya Rêber Ocalan kesên li derve ji hev qut bikin. Ev mijareke siyasî ye. Ev ne li gorî zagonên navxweyî û navneteweyî ne.”   ‘Fikir û felsefeya Rêber Ocalan belav bûye’   Xanimî bal kişand ser fikir û ramanên Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: ”Şoreş û serkeftinek li Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Fikir û felsefeya Rêber Ocalan belav bûye. Banga wî ya ji bo projeya neteweya demokratîk heye. Avakirina Rêveberiya Xweser, esasgirtina azadiya jinan, ciwanan û civakê digire ber çavan. Ev nimûneya projeya bi vî rengî ne bawer im li tu derê cîhanê çêbûbe. Loma jî dewleta tirk vê siyaseta rêgirtinê dixe meriyetê. Ji ber fikir û felsefeya Rêber Ocalan li hemû cîhanê belav bûye loma jî dixwazin têkiliyên wî û yên li derve ji hev qut bikin.”   ‘Ji bo Abdulla Ocalan du milyon,  646 hezar û du sed û 11 îmze hatin komkirin’   Xanimê da zanîn ji bo kampanyayê hemû pêkhateyan piştigirî dane û wiha pê de çû:”Ji bo kampanyaya îmzeyê ya ji bo azadiya Rêber Ocalan komîte hatin avakirin. Hemû saziyên civaka sîvîl bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan her wiha Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ji bo azadiya komîtiyên hevbeş bi hev re tev geriyan. Li gelek bajar û navçeyan gelek kes tevlî vê kampanyayê bûn û îmzeyên xwe dan. Ne tenê kurdên Rojavayê Kurdistanê kurd, ereb, suryan hemû pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî vê kampanyayê bûn. Her wiha kurdên li Lubnanê, li Helebê, li Şamê, kurdên li Başûrê Kurdistanê tevlî vê kampanyayê bûn. Ev kampanyaya di meha ewil a 2023’yan de dest pê kir. Di meha sisiyan a sala 2023’yan de jî civînek çapemeniyê çêbû û ev yek hat ragihandin. Di du mehan de du milyon,  646 hezar û du sed û 11 îmze hatin komkirin.”   ‘Em bi CPT’yê re hevdîtin kir’   Xanimê li ser agahiyên CPT’yê yên dan wan sekinî û wiha dirêjî da axaftina xwe:”Dema ev îmze hatin komkukirin me radestî CPT’yê kir. Di dîroka 8’ê Tebaxa 2023’yan de me hevdîtinek bi endamên CPT’yê re kir. Me bi rêzdarî pêşwazî kirin. Me di şîroveyên xwe de got demek dirêj e agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin û derbarê vê de metirsiyeke mezin heye.  Me got her kesên ku fikrên wî nas kiribin ji bo rewşa wî bi tirs in û em hêvî dikin hûn jî bi erkê xwe rabin. CPT’yê jî bi xwe got jixwe peywira wan şopandina girtiyan e û amadekirina raporên derbarê wan de ye. Her wiha got sala borî em çûne me Abdullah Ocalan û sê hevalên wî dîtine, me rapor amade kiriye û ji dewleta tirk re pêşkêş kiriye. Lê belê dema dewleta tirk destûrê nede em nikarin raporê ragihînin. He rwiha gotin xemgîniya we xemgîniya me ye jî, em û hemû saziyên mafên mirovan rewşa Abdullah Ocalan dişopînin, agahiyan digirin, em ê van gotinên we jî bigihêjin cihên bilindtir û em hêvî dikin em ê bikaribin ji we re bibin alîkar. Agahiyên dan me ev bûn.”   ‘Me nîqaşeke berfireh a li ser rewşa Rêber Ocalan kir’   Xanimê bal kişand ser guhertina demografiya cihên dagirkirî û hevdîtinên din û wiha pê de çû:”Ji bilî CPT’yê her wiha me hevdîtin bi Komîtiya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re jî kir. Hevdîtina me baş derbas bû. Di roja 9’ê Tebaxê de li Cenevreyê me hev dît. Li me guhdar kirin. Me encamên îmzeyan radestî wan kirin. Me nîqaşeke berfireh a li ser rewşa Rêber Ocalan kir. Ji bo herêmên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê, ji bo Efrîn, Serêkanî û Girê Spî, guhertina demografiya van cihan, bicihkirina kesên ne xwediyê van deran am axivîn û me ev rewş bi wan re parve kir. Di heman demê de kesên ji van deran hatine koçkirin ji ber binpêkirina mafan nikarin vegerin ser axa xwe. Me bal kişand ser vê yekê jî. Dewleta tirk sivîlan hedef digire, êriş dike, nahêle welatiyên li van deverana di nava aramiyê de bijîn. Me xwest ew jî li dijî van êrişana li gor zagonan bi erkê xwe rabin û mudaxale bikin. Wan jî gotin em ê nameya we daye me û gotinên we ragihînin cihên cî.”   ‘Zagonên navxweyî û navneteweyî tên binpêkirin’   Xanimê da zanîn zagonên navxweyî û navneteweyî tên binpêkirin û wiha got:”Di herdu hevdîtinan de me aliyên mijarê yên mirovî û zagonî bi wan re parve kirin. Em dizanin zagonên navxweyî û navneteweyî tên binpêkirin û cîhan li hemberî vêya bêdeng e. Li derveyî şêwazên zagonên derve tê kirin. Dewleta tirk di mijara tecrîd û binpêkirina mafan de herkes ji xwe re kiriye hevkar. Li dijî vê yekê em hêvî dikin ku em ê hevdîtinê xwe jî berfirehtir bikin. Em çiqasî bixebitin em ê ewqas bigihêjin encama daxwaza xwe. Em hêvî dikin ev tecrîd rabe û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan jî pêk were.”   ‘Jinên li Rojava azadiya wan ji bo cîhanê dibe mînak’   Xanimê diyar kir ku ew ê xebatên xwe yên li dijî tecrîdê mezin bikin û wiha gotina xwe bi dawî kir:” Em wekî Însiyatîfa Sûriyeyî ya Parastina Abdullah Ocalan em beşek ji hezkiriyên Rêber Ocalan e. Însiyatîfa Parêzeran a ji bo Abdullah Ocalan jî heye lê belê em hewl didin vêya berfirehtir bikin. Însiyatîfa Rojhilata Navîn a ji bo Parastina Abdullah Ocalan jî heye. Gelek parêzer hene ku ji bo parastina Rêber Ocalan bike. Ji ber bîr û baweriya xwe bi fikir û felsefeya wî tînin. Rewşa Rojava dişopînin. Azadiya jinên li Rojavayê Kurdistanê jinên kurd ji bo wan mînakek e. Ev nimûneyeke bêhempa ye. Jinên li Rojava azadiya wan ji bo cîhanê dibe mînak. Niha hêza QSD, YGP, YPJ’ê heye. Şerek li dijî DAÎŞ’ê hat kirin û ev yek jî bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan hat kirin. Loma jî em ê xebatên xwe mezin bikin. Em bi hêvî ne em ê doza xwe pêk bînin.”