Yildiz Çetin: Di hedefa qeyûman de destkeftiyên jinan heye 2023-08-18 09:03:56     Zelal Tunç   WAN - Hevşaredara Payîzavayê Yildiz Çetin bi pergala hevserokatiyê bandoreke erênî li ser jiyana gelek jinan kir. Di demeke kurt qeyûm hat tayinkirin û Yildizê şandin girtîgehê. Yildizê piştre ji bo Erdîşê hat hilbijartin û li vir gelek projeyên ji bo jinan kir meriyetê. Yildiza ku di herdu serdeman de qeyûm tayînî dewsa wê hat kirin wiha got:"Di hedefa qeyûman de destkeftiyên jinan heye û dixwazin gavê bi jinan paşde bidin avêtin."   Di 19'ê Tebaxa 2019'an de bi talîmata Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî sê şaredariyên di destên HDP'ê de yên li Wan, Amed û Mêrdînê hat kirin. Ji ser tayinkirina qeyûman 5 sal derbas bûn. Bi rêya qeyûman pergala hevserokatiyê û destkeftiyên jinan bûn hedef. Ji hevşaredaran Yildiz Çetin a ku du serdema dewsa wê qeyûm hat tayinkirin li ser armanca qeyûman û projeyên jinan ên kiribûn meriyetê nirxandin kir.  'Tenê jinek di şaredariyê de dixebitî'   Yildizê  di 2014'an de bi 54.9 dengî bû yekem hevşaredara jin. Yildizê tercubeyên di dema hevşaredartiyê bi ajansa me re parve kir. Yildizê got:"Pergala hevserokatiyê ji bo Tirkiyeyê tecrubeyeke nû bû. Li her derê nûnertiya jinê derket holê. Wê serdemê ji bo Payîzavayê hatim hilbijartin. Serjimara Payîzavayê kêm e. Ji 19562an heta niha şaredariyeke hatibû avakirin hebû. Tenê wê demê personeleke jin hebû û ew jî bi zagona torbeyê hatibû girtin. Şaredarî li gor zihniyeta mêr hatibû dîzaynkirin. Wê demê tenê destava mêran hebû."   'Ne tenê avahiya şaredariyê sûka wê jî qada jiyanê ya mêran bû'   Yildizê da zanîn ne tenê avahiya şaredariyê navenda navçeyê jî li gor mêr hatibû dîzaynkirin û wiha pê de çû:"Yanî di tu xebatê de jin esas nehatibû girtin. Ne tenê avahiya şaredariyê sûka wê jî qada jiyanê ya mêran bû. Dema jin derketan sûkê di hundurê erebeyê de disekinî. Li wir heta karê mêr biqediya jin di hundur erebeyê de dima. Li Payîzavayê rastiya civakek mûhafazakar hebû."   'Me bi keda jinê û rengê jinê rûyê bajêr guhert'   Yildizê bi lêv kir ku wan komîsyonên bi hev re û yên taybet bi endamên meclîsa jinê re ava kirine û wiha dest bi xebatan kirine û wiha got:"Di destpêkê de me Komisyona Jinê û Komîsyona Hevpar a Mêr û Jinê ava kir û me wiha dest bi xebatan kir. Lê belê xebatên me kin man. Tenê du sala em li ser peywirê man. Piştî salek û nîvekê qeyûm hatin tayinkirin. Qeyûm tayînî Payîzavayê jî hat kirin. Di wê pêvajoyê de me kotaya jinê ava kir. Û xebatkar nêvî jê jin bûn. Me bi nûnertiyeke wekhev xebatkar girtin. Me Navenda Jinê ya Jiyanê, Mala Jinê, Kooperatîfên Jinan ava kirin. Di Kooperatîfa Jinê de em bi nêzî 100 jinan re xebitîn. Me bi keda jinê û rengê jinê rûyê bajêr guhert."   'Destkeftiyên jinan kirin hedef û kooperatîfa me dewrî KADEM'ê kirin'   Yildizê da zanîn qeyûm çawa hatin tayinkirin di destpêkê de berê xwe dan destkeftiyên jinan û wiha lê zêde kir:"Vê gavê pratîkên li dijî muduriyeta jinan, navendên jiyanê yên jinan, kooperatîfên jinan pêş xistin. Navenda Jiyanê ya Jinê dewrî KADEM'a ku cîgira wê keça Serokomar Tayyip Erdogan, Sumeyye Erdogan kirin. Dest danîn ser alavan. Piştî tayinkirina qeyûman ez nêzî 6 mehan di girtîgehê de mam. Wekî hinceta girtinê jî xebatên me yên li ser jinan derxistin pêş. Bi îfadeya şahidê nepen hemû xizmetên me bi hinceta "endamtiya rêxistinê" wekî sûc hatin hesibandin. "   Di nava 5 mehan de gelek projeyên jinan kir meriyetê   Yildizê piştî tehliyeyê di 31'ê Adara 2019'an de ji bo şaredariya Erdîşê ya HDP'ê wekî namzet hat nîşandan û bi dengê 49,71 dîsa wekî hevşaredar hat hilbijartin. Yildizê ya ku tenê 5 mehan li ser peywira xwe ya hevşaredartiyê ma wiha bal kişand ser xebatên xwe:"Me li Erdîşê jî kotaya jinê kir meriyetê. Wekî hevşaredar min li wir peywira xwe dewam kir. Erdîş cihekî kozmopolit e û li vir kesayetên xurt ên jinan heye. Civakeke baweriya xwe bi jinan dianî hebû. Min li wir xebateke pênc mehan kir. Li vir li hemberî nexweşxaneyê jin rûdiniştin. Yên dihatin nexweşxaneyê zehmetî bi vî rengî didîtin. Me jî Mala Jinê vekir. Me li vir serwîsa çorbeyê kir. Me Navenda Jiyanê ya Zîlanê vekir. Me qurs, atolye vekirin û gelek proje me xistin meriyetê."   Dewleta pergala hevserokatiyê nas nake ji ber vêya ceza da   Yildizê bal kişand ser pergala hevserokatiyê û wiha got:"Me li vir kooperatîfa jinê vekir. Ji bo jinên bi xwedîkirina ajalan debara xwe dikin me alîkarî kir. Me nûnertiya wekhev anî. Lê belê dewleta pergala hevserokatiyê nas nake ji ber vêya ceza da. Piştî qeyûm ji bo Erdîşê hat tayinkirin herdu dosyayên min kirin yek û ji ber peywira hevserokatiyê 9 sal ceza dan."   Qeyûman nikaribûn bi jinan gavê paşde bide avêtin   Yildizê bi lêv kir ku ji ber kar û xebatên ji bo jinan kirine hatine cezakirin û wiha got:"Xebatên me kirin hat xwestin bên îlegalîzekirin. Xwestin bi vêya jinan biçewisînin. Lê belê qeyûman nikaribûn bi jinan gavê paşde bide avêtin. Qeyûm ji bo bêrîka alîgirên xwe tije bikin polîtîka dan meşandin. "   'Qeyûm tenê ji alîgirên xwe re qada rantê vedikin'   Yildizê bi lêv kir ku wan mohra xwe li binê gelek xebatana xistine û got ger ew 5 salan li ser kar bimana wê pêdiviya civakê ya ji sedî 60 bi cih bianîna. Karên me kirine di hafizaya civakî de bi cih bû. Lê belê niha qeyûm tenê ji alîgirên xwe re qada rantê vedikin. Dema em nû hatin hilbijartin bi civakê re li dijî jinan pêşdarazek hebû. Lê belê em gund bi gund digeriyan me li pirsgirêkên welatiyan guhdar dikir. Em li daxwazan vedigeriyan. Piştre helwesta mêran û civakê ya li hember jinan guhert."   'Me li berxwe da'   Yildizê da zanîn wan li dijî saltanata mêr li berxwe didan û ev yek jî nedihat hesabê mêr û wiha got:"Li şaredariyê jî em bi êrişa mêran rû bi rû diman. Lê belê me li berxwe da me got gavê paşde navêjin. Me li kolanan li derdê jinan guhdar dikir. Li sûkê li qehwexaneyekê me bi welatiyan re çay vedixwar me taştê dikir. Di meha remezanê de me li deriyê welatiyan dixist û dibûn mêvanên wan."   'Xebatên me li navçeyê kirin li ser zimanê welatiyan bûn'   Yildizê bal kişand ser çîrokekê û wiha got:"Rojekê dîsa bêyî ku haya wan jê hebe me li deriyê malekê xist. Li malê jineke pîr û bavekî ku di nava nivînan de hebû. Ji ber zarokên wan tunebû tenê dijiyan. Dema ez behs dikim ez hestiyar dibim. Me bi hevalên jin re sifre amade kir. Çi hebû me bi hev re parve kir. Me roja din ew şandin cihê xizmeta lênêrîna kal û pîran. Ger me wê rojê ew nedîtiba me yê nizanîba bi rastî jî pêdiviyeke wiha heye. Ez xwe bi şans hîs dikim. Loma jî ez serbilind im ku min li hinek cihan peywira hevserokatiyê ya ewil kiriye. Ev ji bo min tecrubeyek e. Bi têkoşîna me li cihê em lê bûn kotaya jinê hat avakirin. Ev tecrubeyeke girîng bû. Hîn jî gel li ser xizmetên me kirine diaxivin. Xebatên me li navçeyê kirin li ser zimanê welatiyan bûn."