Li Rihayê êrîşa zayendî li zarok hat kirin 2023-08-17 10:29:37     RIHA - Li navçeya Hewagê mêrê bi navê F.K. li zarokê ku li heman taxê bû êrîşa zayendî kir. Li ser vê xelkên taxê derketin kolanê û bi polîsan re pevçûn.    Li navçeya Hewag a Rihayê li taxa Kirmizi Pinar mêrê bi navê F.K. li zarokê li heman taxê dimîne êrîşa zayendî kir. Li navçeya ku bertek li hemberî êrîşê zêde bûn xelkên taxê meşiyan û li ber Qonaxa Hikûmetê çalakiya şermezarkirinê pêk anîn. Polîs bi TOMA êrîşî kesên li ber Qonaxa Hikûmetê çalakî pêk anîn kir û girseyê jî bi keviran bersiv da polîsan.   F.K., ê ku hat binçavkirin ji aliyê Dadgeriya Sulhê ya Bozovayê ve hat girtin. Herwiha li ser bertekan malbata F.K.jî ji taxê hat dûrxitin.