'Sedema talana li Kurdistanê ne ewlehî rant e' 2023-08-17 09:04:32   Nûjîn Nazlican Yildiz   WAN - Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere, diyar kir ku talankirina xwezaya li Kurdistanê ji ber rantê ye û got, ewlekarî weke hincet tê bikaranîn, li cihê ku daristan hatine qirkirin dîmenên ku qada madenê lê hatiye vekirin hene û ev ji ruhsetên ku dane şîrketên madenê jî diyar dibe.    Talankirina xwezaya Kurdistanê roj bi roj zêde dibe. Li gelek herêmên Kurdistanê yên wekî  Cûdî, Licê, Xizan û Gabarê ji aliyê leşkeran ve birîna daran û şewata daristanan didome. Ligel ku midaxele li şewata daristanan nayê kirin, welatiyên ku dixwazin mudaxele bikin jî tên astengkirin. Di derbarê şewat û birîna daran a bi hinceta 'ewlehiyê' de tu îzahat jî nayê kirin, leşkerên li herêmê qadên ku şewitandine li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve dikin. Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Menekşe Kizildere, diyar kir ku Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê lêkolînên xwe yên li herêmê rapor kirine, diyar kir ku Kurdistan bi talaneke ekolojîk a giran re rû bi rû ye û ev yek li Tirkiyeyê jî dibe sedeama talana ekolojiyê.   'Daristanên Kurdistanê di bin xeterê de ne' Menekşeyê, anî ziman ku ev demeke dirêje daristanên Kurdistanê di bin xeterê de ne û got ku di pêvajoya dawîn de zêdebûna şewata daristanan li Tirkiyeyê ev rewş li ber çavan raxistiye. Menekşeyê wiha dewam kir, “Em dizanin ku rojane bi destê hêzên ewlehiyê şewat li daristanan tê derxistin. Ev jî cureyekî şerê psîkolojîk e.  Ji  ber nîjadperestiya li hemberî Kurdistanê û cudakariya li ser hebûnên ekolojîk, kesên ku li Kurdistanê ji bo hebûnên ekolojîk têdikoşin, tên tecrîdkirin. Qirkirina li herêmê ji bo valakirin û çolkirina herêmê tên kirin. Di pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de me li Cûdî û herêmên din lêkolîn kir û lêkolîna xwe kir rapor.  Ev rapor wê di demeke nêz de bê weşandin. Dema ku em van bi lêkolînên ku me kirine û bi agahiyên ku me bi dest xistine bînin ba hev, xuya dibe ku li Kurdistanê ji bo talana ekolojîk amadekariyeke gelekî cidî tê kirin.”   'Qada daristanan ji bo qada madenê tê vekirin'   Menekşeyê, da zanîn ku talana ekolojîk di bin navê qirkirina daristanan de tê kirin û diyar kir ku wekî hincet jî ewlehiyê nîşandidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku dema em li qadên daristanê yên ku tên qirkirin dinêrin dîmenê kana madenê tê ber çavan. Bi taybetî li Cûdî bîrên lêgerîna petrolê tên kolandin. Pêwîste li dijî wê dengekî xurt were derxistin. Şirnex cihekî ku herî zêde ji bo lêgerîna madenê ruhsat lê hatine girtin e. Bi heman awayî em dibînin ku şîrketên li Tirkiyeyê lîsansa madenê stendine, hem bi xwe û hem jî bi rêya şîrketên taşeron ruhstên ji bo lêgerîna madenê digirin."   'Bi hinceta ewlehiyê Kurdistanê talan dikin'   Menekşeyê, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê ewlekarî weke hincetekê tê bikaranîn û got, dest bi qirkirina ekolojîk hatiye kirin. Menekşeyê got, “Ji ber ku ewlekarî weke hincet tê bikaranîn, ev yek hêsantir dibe, destwerdan jî tê astengkirin, birîna daristanan bi lez didome. Kesên ku mudaxeleyî şewata daristanan dikin, destûr nayê dayîn ku vemirînin. Ev ne tiştekî ku were ravekirin e. Li kêleka cihê ku gundî tên û li Cûdî çandiniyê dikin, agir pê dikeve û eger ev şewat berdewam bike dê derbasî zeviyên wan kesan jî bibe. Kesên ku zeviyên xwe û keda xwe diparêzin jî destûr nayê dayîn ku biparêzin. Nahêlin ku kes derbasî nav zeviyên xwe bibin. Ewlehiyê dikin hincet lê tiştek bi navê ewlehiyê jî tune ye. Sedem pêşkêşkirina ji rantê re ye û ev ji ruhsetên ku didin jî diyar dibe.  Tenê li Kurdistanê kirina vî karî hêsane ji ber ku di bin navê ewlehiyê de dikarin bikin.”   'Kelehkol ji bo ewlehiyê nehatine çêkirin'   Menekşeyê, diyar kir ew dema li dîmenên ku leşker daristanan dişewitînin dinêrin tenê di binê Kelehkolê de ne û wiha got: “Tenê di binê keleholê de gel pirsgirêka ewlehiyê heye? Lê tiştekî wiha tune ye. Dema em li Çiyayê Cûdî dinêrin ji her 5 kîlometroyan kalehkolek heye.  Lê ew Kelehkol ne ji bo ewlehiyê hatine çêkirin. Armanç ew e ku cihên daristan lê ne ji bo madenê bên vekirin."   'Bêhiqûqiyên li welat di ser  gelê Kurd re tên normalîzekirin'   Menekşeyê her wiha anî ziman ku hewl tê dayîn berxwedana ekolojîstan bê şikandin û wiha got: “Her kesî ew destwerdana tund li Akbelenê dît. Bi vî rengî hewl didin ku bi gelê Kurd re neyên cem hev û vê jî bi rêya nijadperestiyê dikin. Lê ger ev perda tirsê bê çirandin, ger mirov bên cem hev, ger hemû bi hev re ji talana ekolojîk a li Kurdistanê re bêjin na, daristanên li Deryaya Reş, li Behra Spî û Egeyê jî wê rizgar bibin. Ji ber ku li vî welatî hemû kiryarên dijhiqûqî di ser gelê Kurd re tên normalîzekirin û ji bo her kesî derbasdar dibin. Ji ber vê yekê di aliyê ekolojiyê de eger li dijî talana ekolojîk a li Kurdistanê dengekî cidî dernekeve, wê tu hebûneke ekolojîk li tu dera Tirkiyeyê ne di ewlehiyê de be.”