ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-17 09:00:23     *Têkildarî kiryarên komên girêdayî dewleta tirk ên mîna kuştin, îşkence, tundî, destdirêjî û tecawizê jinên Helebê bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin:"Pêwîst e tevahî rêxistinên erka parastina mafê mirovan hildane ser milê xwe, îro bi awayekî cidî bi erka xwe rabin. Bi yekîtiya me jinên kurd em ê dagirkeriyê têk bibin û têkoşîna li hember van sûcan mezintir bikin. Li dijî destdirêjiya çeteyan divê em jin rêxistinbûyina xwe xurt bikin." DÎMEN HEYE   *Femînîst aktivîst û zanyara siyasetê Yasemin Ozgun, têkildarî têkoşîna jinê û êrişên bi vê re kûr dibin nirxandin kir. Yasemînê bal kişand ser êrişên li ser destkeftiyên jinan û wiha got:"Têkoşîna jinên kurd bi salan e bandoreke mezin li ser cîhanê dike. Jin bi hev re dikarin gelek tiştan bikin. Ji tiştên dema jin tên gel hevdu û dikarin bikin, ditirsin. Ji têkoşîna jinan ditirsin. Lê belê heta jin azad nebe civak jî azad nabe." DÎMEN HEYE   *Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere, diyar kir ku talankirina xwezaya li Kurdistanê ji ber rantê ye û got, ewlekarî weke hincet tê bikaranîn, li cihê ku daristan hatine qirkirin dîmenên ku qada madenê lê hatiye vekirin hene û ev ji ruhsetên ku dane şîrketên madenê jî diyar dibe. DÎMEN HEYE   * Di ser mirina Îpek Er a ji ber tecawiza çawîşê pispor Musa Orhan re 3 sal derbas bûn. Parêzera dosyaya doza ku bersûc jê bi bêcezakirinê hatiye xelatkirin Gulan Cagin Kalelî got, "Di vê dosyayê û dosyayên din ên wekî wê de me dît ku bêcezatî çawa weke rêbaza şerê taybet tê bikaranîn." DÎMEN HEYE   *Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Heco, diyar kir ku ji Behdînan, Helebcê, Silêmanî, Kerkûk, rojhilatê Kurdistanê û Ewropayê gelek jin beşdarî konferansa ku li Silêmaniyê hat lidarxistin bûn û got: "Civakên ku li ser axa Iraqê dijîn wek hemwelatî nayên dîtin û bi polîtîkayên tunekirinê re rûbirû ne. Li dijî tunekirinê hewce dike ku têkoşîneke hevbeş bê meşandin." DÎMEN HEYE   *Siyasetmedarên jin bertek nîşanî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: "Tecrîd sûc e û divê li dijî tecrîdê jî têkoşîneke topyekûn bê dayîn." BI DÎMEN    *Zarokên ji germaniya bajêr a 40 pileyî derbas dike aciz dibin xwe di nava ava Anzeleyê ya li Sûrê dibînin. BI DÎMEN