Li Efrînê 99 jin hatin qetilkirin 2023-08-16 16:20:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bîlançoya sûcên li dijî jinan ên li Efrînê yên ji 2018'an ve eşkere kir. Li gorî bîlançoyê zêdetirî hezar jin hatine revandin, 99 hatine qetilkirin, destdirêjiyê li 74 jinan hatiye kirin.    Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bîlançoya sûcên li dijî jinan ên li Efrînê yên ji 2018'an ve eşkere kir. Endama rêxistinê Heyhan Elî li Kampa Serdemê bi beşdariya endamên yekitiyan û saziyên sivîl daxuyanî xwend.   Daxuyanî wiha ye:   “Piştî dewleta Tirk û komên sûriyeyî yên çekdar ên girêdayî wê herêma Efrînê kontrol kir, tevahî cureyên sûcan ji revandin, îşkencekirin, binpêkirina mafan pêk anîn, bi taybet li dijî jinên Efrînê ku sekna xwe ya wekheviyê di tevahî aliyên jiyanê de îsbat kir.   Lê alava qetilkirin û wêrankirinê ya ku dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên alîgirên wê anîne, hişt jin di goşeyeke teng de bin û jinan di dawiyê de dibîne. Ruxmî ku ew îdiaya demokrasî û wekheviyê de lê tiştek li ser erdê, ji bilî sûcên li dijî jinên Efrînê tune ye. Ji bilî di şerên Mongol, Tataran ên di dirêjahiya dîrokê de ji qetilkirin, revandin, îşkencekirin û tundiya zayendî de mîna van sûcên dewleta Tirk dike, pêk nehatine. Li gorî madeyên 6-7-8 a Peymana Romayê ya bingehîn ev sûc û binpêkirin dikevin xana sûcên şer û dermirovî.   Ruxmî di gelek qanûnên navneteweyî de divê jin û zarok bi taybet werin parastin; mîna Peymana Cinêvê ya 4'an û di benda duyemîn a xala 27'an de, her wiha di xala 37'an a UNICEF'ê de heye ku zarok werin parstin, lê zarok di her îşkenceyekê re derbas dibin. Li beramberî van hemû qanûnên navneteweyî dewleta Tirk sûcên xwe li dijî jin û zarokan dewam dike.   Sûc û binpêkirinên ji destpêka êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Efrînê û dagirkirina wê ve me belge kirine, wiha ne;   Revandin: Zêdetirî hezar jin hatine revandin û çarenûsa gelekan ne diyar e.   Qetilkirin: 99 jin hatin qetilkirin; ji wan 9 jinan di rewşên nediyar de xwe kuşt.   Tundiya zayendî û destdirêjî: 74 jin.   Ji wê zêdetir jî diyardeya zewicandina zarokan di bin zextê û zorê de heye.   Em çalakvanên jin ên mafên mirovan bang li tevahî rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî, mirovî û jinan dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnên li hember sûcên li dijî tevahî welatiyên li herêmên dagirkirî ji bakur, heta bi bakurê rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, rabin. Bi taybet sûcên li dijî jin û zarokan tên kirin û sûcdaran ceza bikin, zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ji tevahî herêmên dagir kirine vekişe û koçber vegerin warên xwe û di aliyê madî û manewî de piştgiriyê bidin qurbaniyan.”