Li Colemêrgê berteka li dijî binçavkirinê 2023-08-16 16:16:44     COLEMÊRG - Di daxuyaniya li dîjî binçavkirinên li Colemêrgtê ku Dayikên Aştiyê jî di nav de bûn  ev bang hat kirin,  “ Dest ji pêkanînên xwe yên li dijî qanûna bingehîn berdin."    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk ên Colemêrgê têkildarî binçavkirinên dawî yên li bajar daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê, parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Colemêrgê Vezîr Parlak û Onur Duşunmez, rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn.    Parlamenter Onur Duşunmez di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Li Colemêrgê her sal di 15’ê Tebaxê de bi dehan kes tên binçavkirin. Hewl didin welatiyan bi van binçavkirinan krîmînalîze bikin. Di nava kesên hatine binçavkirin de li gel dayikên me yên pîr, her wiha kesên ji hêla fîzîkî ve astengdar jî hene. Nezaretxane ji bo şert û mercên tenduristiyê guncav nînin. Heke bang li van kesan bihata kirin, jixwe dê biçûna îfade bidana. Lê di sersibehê de bi ser malên wan hate girtin û hatin binçavkirin.”    'Ev binçavkirin derhiqûqî ne'   Onur, axaftina xwe wiha qedand: “Ev binçavkirin, derhiqûqî ne. Mercên fîzîkî guncav nînin û nezaretxane hîjyenîk nînin. Lewma ev rewş, îşkence ye. Nayê qebûlkirin ku dayikên pîr, dayik bi operasyonên serê sibehê bên binçavkirin. Em dizanin ku dê tu lêpirsîn neyên destpêkirin. Ev operasyon tam di 15’ê Tebaxê de hate lidarxistin. Anku hewl dan welatiyan krîmînalîze bikin. Di her 15’ê Tebaxê de welatî tên binçavkirin û piştre tên berdan.”    Piştî axaftinê dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” hat berzkirin.