Li Pirsûsê êrîşî dikanekê kirin 2023-08-16 13:55:44     RIHA - Ji heman malbatê 30 kesan li navçeya Pirsûsê êrişî dikanekê kirin. Di encama êrişê de esnaf Mûstafa Subaşi û hevjîna xwe û 4 zarokên wan hatin birîndarkirin.    Li dijî dikana esnafê bi navê Mûstafa Subaşi ya li ser Kolana 11'ê Nîsanê ya li Taxa Sarayalti ya Pirsûsa Rihayê êriş hate kirin. Di encama êrişê de yek jê giran bi giştî 6 kes birîndar bûn. Li gorî îdiayê; şerê di navbera zarokan de dest pê kirî mezin bû û malbatan jî şer kir. Ji malbata Dîrîk nêzî 30 kesî êrişî dikana Mûstafa Subaşi kirin. Di şer de kêr û hesin hatin bikaranîn. Di encama êrişê de Mûstafa Subaşi bi giranî birîndar bû, du kurên wî, keça wî û hevjîna wî jî  birîndar bûn.    Piştî mudaxileya ewil, birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Li gel ku dîmenên êrişê hebûn jî heta niha tu kes nehatiye binçavkirin. Hat zanîn ku avahiya emniyeta navçeyê 300 mîtroyan ji cihê bûyerê dûr e lê heta êriş bi dawî nebûy polîs nehatine cihê bûyerê.    Malbata Subaşi, bi rêya parêzerên xwe li Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê giliyê endamên malbata Dîrîk kirin.