Ji bo Konferansa Ciwanan a Cîhanê bang hat kirin 2023-08-16 11:52:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Di 3-5'ê Mijdarê de wê li Parîsê Konferansa Ciwanan a Cîhanê bê lidarxistin. Ji bo tevlîbûna konferansê bang hate kirin û hate gotin, "Em ê dîrokê binivîsînin, ava bikin."   Ronahî-Navenda Ciwanan a Têkiliya bi Gel re û Tevgerên Ciwanan ên Dîrokê Dinivîsînin ji bo Konferansa Ciwanan a Cîhanê ya enternasyonalîst banga tevlîbûnê kirin ku wê di 3-5'ê Mijdara 2023'yan de bê lidarxistin.   Konferans wê li bajarê Parîsê yê Fransayê pêk were û ji çar aliyên cîhanê rêxistinên ciwanan wê tevlî bibin.   Di daxuyaniya herdu rêxistinan de hate gotin, "Weke ciwanên vê serdemê em di demeke wiha de mezin dibin ku krîza avhewayê, şer û kaos hene. Ji ber vê yekê tevgerên ciwanan ên li çar aliyên cîhanê ji bo afirandina jiyaneke alternatîf xwe bi rêxistin dikin ku têdikoşin. Em ê yekemcar bi Konferansa Ciwanan a Cîhanê li hev kom bibin, perspektîfên xwe nîqaş bikin û têkoşîna xwe ya li dijî Modernîteya Kapîtalîst xurt bikin. Ji ber ku krîza li hemberî me krîzeke global e, bersiva me jî wê bi entenasyonalîzmeke nû be."   Di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna li Konferansa Ciwanan a Yekemîn a li Parîsê banga tevlîbûnê hate kirin û hate gotin, "Yên ku rêveçûna dîrokê diyar bikin û azadiyê weke pîvaneke jiyanê destnîşan bikin em ciwan in."   Ji bo têkiliyê: info@ronahi.eu