Li Girê Spî 2 jê zarok 12 kes hatin revandin 2023-08-15 19:15:59   NAVENDA NÛÇEYA - Wat diyar kirin ku komên girêdayê Tirkiyeyê  li Girê Spî 2 jê zarok  12 kes revandine.    Hat diyarkirin ku li bajaroka El Tirkmen a Girê Spî komên girêdayê Tirkiyeyê 12 şêniyên gund revandine. Li gorî nûçeya  ANHA’yê komên ‘leşker û polîs’ yên girêdayê Tirkiyeyê êrîşê El Tirkmen kirine.   Li gorî çavkaniyan ji 12 kesên hatin binçavkirin 2 heb jê zarok bûne û temenê wan di bin 16’yî de ne birayên hevin.