Li Agiriyê hewldana qetilkirina jinekê 2023-08-15 18:02:32   AGIRÎ - Li Giyadînê mêrê bi navê Hamza Akdag, hewl da jina bi navê Nîhal Ozer qetil bike.   Li Giyadîn a Agiriyê mêrê bi navê Hamza Akdag hewl da jina bi navê Nîhal Ozer bi çekê qetil bike. Nîhal ku li Agiriyê kirin bin dermankirinê, piştre sewqî Erziromê kirin. Hat hînbûn ku xetereya jiyana Nîhalê didome.   Gumanbar jî hat binçavkirin û hat diyarkirin ku piştî kar û barê îfadeyê hatiye girtin.