Nehiştin Malbata Şenyaşar bikeve avahiya wezaretê 2023-08-15 16:28:48       ENQERE - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar li Enqerê didome. Beyî hincet nîşan bidin Malbata Şenyaşar negirtin avahiya Wezareta Edaletê.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.     Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di 26’ê tîrmehê de veguhest Enqereyê û li pêşiya Wezareta Dadê li dar dixe. Çalakiya ku li Enqerê hat destpêkirin 22 roj in berdewam dike. Ji ber nexweşiyê Emîne bi kursiya bi tekerlek tevlî çalakiyê bû. Endamên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) a Enqerê bi pankarta “Edalet” heta Wezareta Edaletê meşiyan. Ve carê jî çalakî beyî hincet bê nişandan carek din hat astengkirni.    Polîsên ku li ber wezaretê rawestiyabûn xwestin pankarta di destê Emîne Şenyaşar bigirin. Piştî bertekên parlamenterê Partiya Çep a Kesk Ferît Şenyaşar polîs rawestiyan.