Li Beranikê mirina bi guman 2023-08-15 13:02:15     MÛŞ - Li gundê Kot a navçeya Beranikê hat zanîn ku Dîlan Tuna û Yakup Sonmez bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dan.   Li gundê Kot a navçeya Beranik a Mûşê, hat zanîn ku Dîlan Tuna û Yakup Sonmez bi guman jiyana xwe ji dest daye.    Der barê bûyerê ku tu agahî nehat girtin, cenazeyên Dîlan û Yakup rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê û piştî otopsiyê cezayê wan li gund hat definkirin.   Her wiha li gor îdîayan malbatên her du ciwanan destûr nedaye ku bizewizin û ji ber vê yekê dawî li jiyana xwe anîne.