Li Tirkiyeyê rastiya îstismarkirina zarokan: Bersûc tên xelatkirin 2023-08-15 09:05:23   Nûjîn Nazlican Yildiz   WAN - Asim Sultanoglu yê navê wî di nava bûyera Weqfa Ensarê de derbas bû wekî Mudurê Perwerdeya Neteweyî tayinî Rihayê hat kirin. Jinên bertek nîşanî vê yekê dan wiha gotin:"Bûyerên bi vî rengî di serdema AKP'ê de zêde bûn. Bersûcên îstismar û tecawizê tên xelatkirin."   Derket holê, zarokên di salên 2012-2015'an de li wargehên Weqfa Ensarê û Komeleya Mezûnên Dibistana Amadehiyê ya Îmam Xatîbê ya Anadoluya Karamanê (KAÎMDER) mane hatine tecawizkirin. Derketibû holê mamosteyê bi navê Muharrem Buyukturk tecawizî zarokên 9-10 kiriye. Li ser vê yekê di 2016'an de Muharrem Buyukturk ji ber sûcên "Îstismara bi nîtelîk a li dijî zarokan, tahdîta hurriyeta zarok, birîndarkirina bi zaneyî, temaşekirina dîmenên mustehcen" hatibû girtin. Her wiha wêneyên Asim Sultanoglu yê Mudurê Perwerdeya Neteweyî yê Karamanê bû bi Muharrem Buyukturk re derketibû. Asim wekî Muşavîrtiya Perwerdeyê li Wezareta Perwerdeya Neteweyî hat tayinkirin. Jinan diyar kirin ku divê li ser meseleya tayinkirina Asim a ji bo Rihayê mirov baş bifikire. Her wiha jinan gotin ew fikara îstismarkirina zarokan bi îktidarê re tune ye.    'Bûyera Weqfa Ensarê qaxizê tûrnûsolê yê vî welatî ye'   Aktivîsta serbixwe Zozan Ozgokçe da zanîn bûyera Weqfa Ensarê qaxizê tûrnûsolê yê vî welatî ye û wiha dom kir:"Ev bi taybet ji bo îstismarkirina zarok û jinan derbasdar e. Bûyera Weqfa Ensarê me gelekî xemgîn kir. Me xist nava fikaran. Wezîra ji malbatê berpirs a wê serdemê jî got 'ji carekê tiştek nabe'. Piştre ev kes nehatin darizandin. Qaşo hatin darizandin. Lê belê tu tişt bi Weqfa Ensarê nehat. Berovajî vê yekê peywirdarên vê weqfê hîn zêde belav bûn. Vana li gotina 'rizaya zarok' digerin. Me ev di bûyera N.Ç de dît. Lê belê ev li dijî zagonên navneteweyî ye. Ev li dijî zagonên welêt û mafên zarokan e. Mirov dema dest zarokên 9-10  salî bibin tecawizî wan bikin ev îstismarek e. Ev di zagonan de wiha ye lê belê di zihniyeta vana de ne wiha ye."    Çima tayînî Rihayê hat kirin?   Zozanê da zanîn divê Weqfa Ensarê bihata girtin û bersûc bişandana girtîgehê lê belê ev kes hatin xelatkirin û wiha pê de çû:"Hejmara kesên zarokên xwe teslîmî vana dikin jî neguhert. Sîstema perwerdeyê emanetî vana hat kirin. Ev kes bûn Mudurê Perwerdeya Neteweyî. Ev yek dema li Rihayê bê kirin divê em li ser vêya bifikirin. Bûyerên bi vî rengî di serdema AKP'ê de zêde bûn. Bersûcên îstismar û tecawizê tên xelatkirin."   'Hukumetê çav ji vê yekê re girt'   Zozanê bi lêv kir ku berê jî bûyerên bi vêya mîna qewimîn û wiha lê zêde kir:"Kesên di qada cemaweriyê de navê wan bi tecawiz, destdirêjiyê derdikeve tên terfîkirin. Me ev yek li Wanê jî dît. Mamosteyekî li dibistanekê dest dirêjî zarokan kir li dibistaneke din kirin rêveber. Rêxistinên jinan vana tîne ziman. Bûyera Weqfa Ensarê li ber çavên herkesî çêbû lê belê hukumetê çavên xwe ji vê re girt. Me gişa ev dît. Divê civak di vê mijarê de bibe xwedî hişmendî. Çapemenî jî di vir de gelekî girîng e. Çapemeniya vana ji gel re radigihîne divê zêde be. Kesên li çapemeniya wan temaşe dike dibêjin qey em vê bûyerê prole dikin. Ew li cîhaneke li ser derewan dijî lê em li cîhaneke din dijîn."   'Divê jin di nava malbatê de xwe bi rêxistin bikin'   Zozanê bi lêv kir ku divê jin her tim xwe bi rêxistin bikin û wiha got:"Di avahiyekê de dema sê jin jî birêxistinkirî bin ev gelekî girîng e. Divê hişmendiya tevgera bi hev re pêş bikeve. Jixwe ev pêş bikeve wê rêza li hember jinê jî zêde bibe. Çimkî em kesek van tiştên diqewimin heq nakin. Divê em bêdeng nemînin. Bi taybet jî li dijî tiştên tên serê zarokan."   'Di serdema îktidara AKP'ê de bûyerên bi vana mîna zêde bûn'   Ji Komeleya Jinê ya Starê Rojbîn Bor da zanîn tespîtkirina tecawiza li dijî 45 zarokên law a li Weqfa Ensarê rê li înfialekê vekir û wiha got:"Di serdema îktidara AKP'ê de bûyerên bi vana mîna zêde bûn. Berê fikarên tecawizkirina zarokên keç hebû lê belê mixabin ev yek niha ji bo zarokên kur jî heye. Li vî welatî ji bo zarok, jin, ajalan cihekî ewle tune ye lê belê ji bo kesên AKP'yî ne ev welat buhuşt e."   Ji carekê tiştek nabe !   Rojbînê da zanîn di bûyera Weqfa Ensarê de navê Asim Sultanoglu derbas dibe û wiha got:"Ev kes bersûcê meseleyê ye. Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu têkildarî vê bûyerê wê demê gotibû 'ji carekê tiştek nabe'. Tayinkirina ji bo Mudurtiya Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê ya Asim Sultanoglu jî ji aliyê cenahên wan ve bi çepikan tê pêşwazîkirin."   Tayinkirina bersûcan a li Kurdistanê û rastiya mêtingeriyê   Rojbînê da zanîn her kesên wekî Asim Sultanoglu yên di îstismara zarokan de navê wan derbas dibin tayînî Kurdistanê tên kirin û wiha got:"Hukumet ne di nava fikara îstismrkirina zarokên kurdan de ye. Em ê zarokên xwe ji van bersûcan çawa biparêzin?"   'Divê jin îtirazên xwe bilind bikin'   Rojbînê da zanîn jin encax di vê meseleyê de dengê civakê bide bihîstin û wiha bi dawî kir:"Tabloya travmaya zarokan encax bi vê têkoşînê biguhere. Asim Sultangolu nehat cezakirin ew hat xelatkirin. Ev kes li serê zarokên li Rihayê kirine bela. Ev rastî nehat dîtin. Divê hemû jin îtirazên xwe li dijî vê yekê bilind bikin."