ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-15 09:00:00     *Endama Komîteya Avê ya Şaredariya Şehbayê Emîne Reşîd û Cîgira Meclîsa Giştî ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan têkildarî siyaseta dewleta tirk a qutkirina avê ya li ser herêmên Firatê ev tişt anîn ziman:" Dewleta tirk bi vê siyasetê dixwaze jiyana gelê kurd tune bike, projeya neteweya demokratîk têk bibe lê belê em ê wekî jinên Rojava bi yekgirtina xwe bersivê bidin hemû cureyên êrişên dewleta tirk." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Komeleya Wejekarên Kurd Fatma Taşli Tunç derbarê rola jinê ya di wêjeya kurdî de şîroveyên xwe anî ziman û wiha got:” Jinên kurd dest bidin hevdu tu kes nikare pêşiya wan bigire. Ez hêvî dikim ku ev devê sindoqa jinê wê bê vekirin û bi ziman, wêje û çanda xwe wê binivisînin û bijîn.” DÎMEN HEYE   *Şeniyên Stenbolê bal kişandin ser buhabûn û qeyrana aboriyê û gotin: “Li Welat hevsengiya dahatê nemaye. Em êdî nikarin debara xwe bikin û bijîn.”  DÎMEN HEYE   *Asim Sultanoglu yê navê wî di nava bûyera Weqfa Ensarê de derbas bû wekî Mudurê Perwerdeya Neteweyî tayinî Rihayê hat kirin. Jinên bertek nîşanî vê yekê dan wiha gotin:"Bûyerên bi vî rengî di serdema AKP'ê de zêde bûn. Bersûcên îstismar û tecawizê tên xelatkirin." DÎMEN HEYE   *Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, destnîşan kir ku tecrîd berdewamiya komploya navneteweyî ye û li dijî komployê divê têkoşîneke mezin bê dayîn.  DÎMEN HEYE