Li Mêrdînê 3 cenaze li morgê tên ragirtin 2023-08-14 15:26:48     MÊRDÎN – Cenazeyên 3 kesên di êrişa hewayî ya li dijî bejahiya Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest dabûn 10 roj in li morgê tên ragirtin.    Piştî êrişa hewayî ya 4’ê Tebaxê li bejahiya Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê operasyon hatibû destpêkirin. Hate hînbûn ku di êrişa hewayî de 3 kesên ku hate diyarkirin endamên YJA STAR'ê ne, jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên 3 kesan rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Hate diyarkirin ku nasnameya cenazeyên 10 rojan li morgê hatin ragirtin, ji ber ku di êrişa hewayî nayên naskirin nayên tespîtkirin. Encamên DNA’yê jî hêj deneketiye.    Her wiha çavkaniyên herêmî diyar kirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane 3 jinên YJA STAR’ê ne.   Cenaze ger nasnameyên wan neyên diyarkirin dê li goristana bêkesan bên definkirin.