Jinên efgan: Bila welatê me ji Talîbanê bê rizgarkirin 2023-08-14 14:25:59     NAVEND NÛÇEYAN - Jinên Efanistanê bi boneya dûyemîn salvegera destdanîna Talîbanê daxuyaniyek dan û gotin: "Jin dixwazin welat ji hebûna Talîban û komên terorên faşîst were rizgarkirin.”   Bi boneya dûyemîn salvegera desteserkirina rêveberiya Efganistanê ya Talîbanê,  Jinên Afgan ku li Îranê jiyan dikin hatin ba hev û li dijî Talîban daxuyaniyek weşandin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   “Di 15’ê Tebaxa 2021’ê de Efganistan radestî rêxistina terorê Talîban hate kirin û bingehê jiyana mirovan hatiye hilweşandin, li Efganistanê hêviyên derbarê jiyana normal de bi erdê ve bûne yek. Azadiya kesî û kolektîv ji holê rabûye, li cihê ronahî û hêviyê, tarîtî û cehalet tije kiriye. Em niha di sala dûyem ya rêxistina terorê Talîban hakimiyeta Efganistanê xistiye destê xwe de ne. Ev dû sale hemû cîhan bûye şahidê sûcên şer û sûcên mirovatiyê koça bi zorê, qirkirin, cihêkarî û terorîzim bûye parçeyek yê erdnîgariya Efganistanê.   Li vê derê em bang li gelê efgan li dijî Talîban xwepêşandanan dikin di heftiya piştevaniyê de, Netewên Yekbûyî, civaka navnetewî, saziyên navnetewî û gelê parêzvanên mafê mirovan dikin ku; daxwazên me bibihîsin û li kêleka me bin.   Efganistan di pratik û rastiyê de jî hemû cîhan dizane bûye qada rêxistina terorê, welatên ku di pirsgirêka Efganistanê de bûne mudaxil di rê li ber girtina terorizmê de erkdar in.   Di nava Talîban û ABD de, bûye sedem ku welat bikeve destê Talîban û di encama vê de li Efganistanê bi milyonan mirov ji cih û warên xwe bûne, rê li ber birçîbûn, cihêkariya zayendî û etnikî vekiriye. Divê peymana Doha were îptal kirin.    Jin nivî civaka efganê ye, ji aliyê Talîban ve bi temamî ji holê rabûye, jin dixwazin welat ji hebûna komên terorîst ên Talîban were paqijkirin û li Efganistanê tu jin nebin qûrbanê cihêkariya zayendî.”