Ji bo jinên Şengal û Efganistanê kampanyaya hashtagê 2023-08-13 15:06:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ser medyaya dîjîtal piştgirî ji bo jinên Şengal û Efganistanê hat dayîn.   Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê, duh kampanyaya hashtagê bi navê #AfghanAndEzidiWomenAreNotAlone da destpêkirin.   Ji her çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û cîhanê, parlamenterên berê yê Tirkiyeyê û saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê beşdarî kampanyayê bûn. Tevgera Jinên Azad, Kongra Star, kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekîtiya Jinên Êzidî jî di nav de gelek rêxistin û saziyên jinan bi xurt tevli kampanyayê bûn.   KJK'ê parvekirinên hin kesên ku beşdarî kampanyayê bûne weşandin. Parvekirina bi navê Mala Êzidiyan wiha ye: "Em bang li tevahî jinan dikin ku li hemberî zulm û çewisandinê ku li ser wan tên kirin, bibin yek."   Îbrahîm Xelîl Yildiz ev tişt li ser rûpela xwe ya X (Twîtterê) parve kir: "Em li gel jinên ku dixwazin dengê wan were bihîstin in. Em piştgiriyê didin jinên têkoşer ên Şengal û Efganistanê."   Endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan ev parve kir: "Em berxwedana jinên Şengal û Efganistanê silav kirin."   Kampanyaya hashtagê wê îro saet di 20:00'an de bi dawî bibe.   1'ê Tebaxê KJK'ê ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê bi dirûşma "Li dijî êrişên mêr ên hegemon em bi jinên Şengalî û Efganî re ne" kampanyeke ragihandibû. Kampanya 3'yê Tebaxê dest pê kir û dê heta 15'ê Tebaxê dewam bike.