Bi broşuran gel ji rewşa Abdullah Ocalan hat haydarkirin 2023-08-13 15:04:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ranye li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rewşa dawî ya Abdullah Ocalan ciwanan mal bi mal name belav kirin û xelk agadar kirin.   Zêdetirî 29 meh in ti agahiyek ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin, ji bo balê bikêşin ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan, li navçeya Ranye ya ser bi Îdareya Raperîn ya ser bi Silêmaniyê, Jinên Ciwan ên Têkoşer û Ciwanên Welatparêz, name belav kirin.   Ciwan mal bi mal, kolan bi kolan geriyan û nameyên bi dirûşmeya ‘Em hemû dest bidin destê hev û rêberê xwe rizgar bikin’ belav kirin û welatiyan ji rewşa Abdullah Ocalan agadar kirin.